Hate îdîakirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de Serokwezîrê Hûsî hate kuştin
Saziyên çapemeniyê yên muxalîf ên li Yemenê îdîa kirin ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed el-Rahavî roja Pêncşemê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê hate kuştin
Saziyên çapemeniyê yên muxalîf ên li Yemenê îdîa kirin ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed el-Rahavî roja Pêncşemê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê hate kuştin
Televîzyona Al-Jumhuriya ku navenda wê li Adenê ye, ragihand ku el-Rahavi dema li taxa Bayt Baws a li başûrê Sanayê bû, bû hedefa êrîşê.
Rojnameya Aden al-Ghad jî diyar kir ku ji derdora nêz a Rahavi gelek kes di êrîşê de mirin.
Artêşa Îsraîê piştrast kir ku li Sanayê 'Li navendeke leşkerî ya rejîma Hûsî' xistine.
Hate ragihandin ku operasyon bi erêkirina Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir û fermandarên payebilind bi koordîneya Serokwezîr Benyamin Netanyahu hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di hedefa êrîşê de civîneke payebilind hebû ku wezîrên Hûsî û lîderên leşkerî tevlî bûn.
Îsraîlê îdîa kir ku Wezîrê Parastinê yê Hûsî û Serokê Fermandariya Giştî jî di nav de gelek payebilind dibe ku hatibin kuştin. Lê belê lîderê Hûsî Abdulmelik el-Husi di dema êrîşê de ne li herêmê bû.