Li Darfourê êrîşên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
Li herêma Darfourê ku li rojavayê Sudanê ye, di êrîşên hewayî yên dawiya hefteyê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li herêma Darfourê ku li rojavayê Sudanê ye, di êrîşên hewayî yên dawiya hefteyê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li paytexta Darfour a Başûr Nyalayê, klînîka Yashfeenê ya di bin kontrola hêzên paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) de ye, bû hedefa êrîşa balafira bê mirov a artêşê. Di bûyerê de herî kêm 12 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li vî welatî derbeke giran li binesaziya tenduristiyê ketiye; li gorî daneyên fermî ji sedî 80 ê nexweşxaneyan girtî ne.
Êvara heman rojê li paytexta Darfour a Bakur El Faşerê di encama bombardûmanê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 71 kes jî birîndar bûn.
Bajar bi mehan e di bin dorpêça HPL'ê de ye û bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bi mehan nekarî bigihêje El Faşerê ku nêzî 300 hezar mirov lê dimînin. Gel hewl dide xwe bi êmê sewalan xwedî bike.