Bîlançoya karesata Efganistanê giran dibe: Herî kêm 800 kes mirin 

Li rojhilatê Efganistanê yê nêzî sînorê Pakistanê şevêdin bi pileya 6 erdhej pêk hat û rê li ber karesatê vekir.  Her saeta ku derbas dibe bîlançoya karesatê girandtir dibe.

Li gorî agahiyên destpêkê, zêdetirî 800 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûn.

Navenda erdhejê li nêzîkî bajarê Celalabadê yê parêzgeha Nangarharê bû û ji ber ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan de çêbû rê li ber wêraniyê vekir.

Li parêzgeha Kunarê ku herî zêde zirar dît hate ragihandin ku 800 kes mirine û 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Li Nangarharê jî herî kêm 12 kes mirine û 255 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran destnîaşn kirin ku dibe ku li deverên çiyayî ku xwe gihîştina wan dijwar e hejmara miriyan zêde bibe. Piştî erdhejê herî kêm pênc erdhejên bi pileya 5.2 çêbûn.

Hikûmeta Talîbanê ragihand ku ji bo birîndaran helîkopterên leşkerî şandine û heta niha 40 caran çûne cihê erdhejê. Ji ber hezazê di xwe gihîştina gelek gund û mezrayan de zehemetî tê kişandin.

Bi hezaran malbatên li herêmê, ji penaberên ku ji Pakistan û Îranê vegeriyabûn pêk tên.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Efganistanê “xemgîniya xwe ya ji ber erdheja kurê li ber wêraniyê û mirina bi sedan kesî vekir” ragihand û daxuyand ku wan dest bi hewldanên alîkariya lezgîn kirine.

Efganistan di salên dawî de ji ber erdhejên mezin hejiya bû. Di Cotmeha 2023’yan de bi pileya 6.3 erdhej çêbibû û herî kêm 4 hezar kes jiyana xwe jindest dabûn.