Li Nepalê hêrsa ciwanan didome, artêşê li Katmanduyê kontrol bi dest xist
Li paytexta Nepal Katmanduyê piştî protestoyên li dijî hikûmetê ku du rojan dewam kir, artêşê roja çarşemê kontrola kolanan car din bi dest xist.
Li paytexta Nepal Katmanduyê piştî protestoyên li dijî hikûmetê ku du rojan dewam kir, artêşê roja çarşemê kontrola kolanan car din bi dest xist.
Di dema xwepêşandanan de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn.
Protesto li dijî qedexeyên medyaya dîjîtal û nelirêtiyan, bi çalakiya ciwanan tundtir bûn.
Ciwanên ku bi navê “Nifşê Z” xwe rêxistin kirin, avahiya parlamentoyê û mala serokwezîr jî di nav de, gelek avahiyên fermî dan ber agir.
Di encama zextan de lîderê Partiya Komunîst Serokwezîrê 73 salî KP Sharma Oli îstîfaya xwe ragihand. Oli 4 caran serokwezîrî kiriye.
Li Katmantuyê rêveberiya hişk serwer e; artêş bi çekên giran dewriye digere, qedexeya derketina derve radigihîne.
Kargeh, dibistan û qada hewayî hate girtin. Artêşê ragihand ku ew ê destûrê nede bûyerên tundiya nû, 27 kes hatin binçavkirin.
Serfermandarê Giştî Ashok Raj Sigdel bang li gel kir ku sakîn bibe û alî vexwendin diyalogê. Lê belê hêrsa ciwanan tevî tawîzên hikûmetê jî kêm nebûye.