Kirk çekhilgirtina şexsî diparast û ji mirinan re digot ku ‘dibe ku werin qebûlkirin’

Daxuyaniyên berê yên înfluencerê muhafazar Charlie Kirk ê ku li Utahê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, yên têkildarî piştgiridayîna çekhilgirtina şexsî ji nû ve ketin rojevê.

Kirk ê serokê rêxistina ciwanan a bi navê Turning Point USA û alîgirê Donald Trump, 5’ê Nîsana 2023’yan di çalakiyeke li Salt Lake Cityê de pirsên têkildarî mijara mafê hilgirtina çekan ku madeyeke zêde ya duyemîn a Qanûna Bingehîn a DYE’ye ye bersivandibûn. Kirk di vê axaftina xwe de diyar kiribû ku armanca sereke ya çekhilgirtina şexsî ‘’xweparastina li hemberî hikûmeteke despotîk e’’ û ev yek anîbûn ziman:

Bedêleke civaka ku çekan hildigire heye. Civakeke çekdarî ya tu kes lê namire ne pêkan e. Ev tiştekî ecêb e. Lê belê ez wisa difikirin ku ev yek bandorê li vê yekê dike. Mixabin ku dibe  rewşa ku her sal çend kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin, were qebûlkirin. Ev perçeyekî azadiyê ye.’’

Her wiha Kirk bal kişandibû ser qezayên trafîkê û ev yek anîbûn ziman: ‘’Her sal 50 hezar însan ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest didin, lê belê em dîsa jî wesayitan bi kar tînin. Ji ber ku feydeyên wê gelek in. Heman tişt ji bo çekan jî derbasdar e.’’

Ev daxuyanî piştî ku çend rojan beriya niha Kirk li Zanîngeha Utah Valley di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, dubare ketin rojevê.