Li Fransayê pêla grevê mezin dibe

Li Fransayê piştî çalakiyên ‘Em her tişt bloke bikin’ sendîkayayên karkeran wê di 18’ê Îlonê de dest bi grevê bike. Her wiha yek ji mezintirîn sendîkaya çandiniyê ya Fransayê FNSEA jî 25’ê Îlonê li seranserê welêt weke roja çalakiyê ragihand.

Yek ji mezintirîn sendîkaya çandiniyê ya Fransayê FNSEA, ragihand ku ew ê li seranserê welêt di 25’ê Îlonê de ‘rojeke mezin a çalakiyê" li dijî polîtîkayên bazirganiya navneteweyî lidar bixe.

Serokê sendîkayê Arnaud Rousseau, diyar kir ku çalakî dê li dijî peymana Mercosur, bacên Emerîkî û îtxalatên ku ne li gorî standardên Ewropayê ne be. Rousseau, dijberiya xwe ya berê ya li dijî peymana Mercosur dubare kir.

FNSEA, ragihand ku ew beşdarî çalakiya 10’ê Îlonê nebûye û diyar kir ku divê cotkar ji bo berjewendiya siyasî neyên îstismarkirin û got ku hilberîna çandiniyê xwedî girîngiyek mezin e.

Rousseau, her wiha diyar kir ku ji ber dema çinîna tirî û berhevkirina wê hê dewam dike, ew ê beşdarî greva giştî ya 18’ê Îlonê nebin.

GREVA GIŞTÎ DI 18’Ê ÎLONÊ DE YE

Di 10’ê Îlonê de bêhtirî 200 hezar kes daketibûn kolanan û siyaseta hikûmetê şermezar kiribûn. Di çalakiyê de 675 kes hatibûn binçavkirin, 549 kes di bin kontrola edlî de hatin girtin û 34 erkdadrên ewlehiyê birîndar bibûn.