Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê herî kêm 35 kes mirin

Balafirên şer ên Îsraîlê roja Çarşemê êrîş birin ser paytexta Yemen Sanayê û herêma El Cevf a li bakurê welêt ku di bin kontrola Hûsiyan de ne. Hûsiyan diyar kirin ku di êrîşan de 35 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Anees Alashabi diyar kir ku bîlanço dibe ku zêde bibe û got, "Di êrîşa siyonîst de 35 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn." Di daxuyaniya destpêkê de hatibû ragihandin ku 9 kes mirine. Ji bo windahiyên di binê xirbeyan de karê lêgerînê dewam dike.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li Sanayê avahiyeke leşkerî ya hêzên Hûsî yekser bû hedefa êrîşê. Şahidan diyar kirin ku dûyekî mezin bi ser bajêr de ketiye û dengê teqînan ji çar aliyên bajêr hatiye bihîstin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êrîş li ser "Kampên leşkerî, navenda çapemeniyê û depoya sotemeniyê ya Hûsiyan" hatiye kirin. Di daxuyaniyê de Hûsî weke "rejîma terorê" hate pênasekirin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree got, "Parastina me ya hewayî bersivê dide balafirên Îsraîlê."

Meha debasbûyî di bombardûmana Îsraîlê de serokwezîrê rêveberiya Hûsiyan û 11 rayedar hatibûn kuştin.