Li Sûdanê êrîşî navenda alîkariya mirovî hate kirin: 30 sivîl mirin

Li bajarê I-Faşir a li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê di êrîşa bi dronê ya li ser navenda koçberan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş 11’ê Cotmehê roja Şemiyê pêk hat. Koordînasyona Komîteyên Berxwedanê ku toreke sivîlan a herêmî ye, ragihand ku êrîş ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez a paramîlîter (HDK) ve ku hevkarê berê yê artêşê ye, pêk hatiye. Rêxistina herêmî ragihand ku herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

HDK ji Nîsana 2023’yan û vir ve bi artêşa Sûdanê re di nava şer de ye. Koordînasyonê ragihand ku di êrîşê de navenda alîkariya mirovî hatiye hedefgirtin û gelek mirov di sirnaxên binerd de asê mane. Êrîş weke “komkujî” hate pênasekirin.