Li Darfûrê êrîşa li ser mizgeftê: Herî kêm 13 sivîl mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrîşa li ser mizgefteke li bajarê El Faşirê de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Roja Çarşemê piştî nîvro li taxa Ebû Şûk bombe li mizgeftê hate barandin. Şahidan diyar kirin ku herî kêm cesedê 13 kesan ji binê xirbeyê avahiyê derxistine û binax kirine.

Di êrîşê de herî kêm 20 kes jî birîndar bûn. Şahidan diyar kirin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter a hevkarê berê yê artêşê ye, avêtin ser malên şêniyan, lewma 70 malbat neçar man xwe li mizgeftê bigirin. Di nava 24 saetan de li El Faşirê di êrîşên heman hêzê de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan.