Trump muzakereyên bazarî yên bi Kanadayê re bi dawî kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump şeva pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku wî muzakereyên bazarî yên bi Kanadayê re bi dawî kiriye. Trump rayedarên Kanadayê sûcdar kir ku gotinên serokê berê Ronald Reagan berevajî dikin.

Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Social de ev tişt got, “Ji ber liv û tevgerên skandal ên Kanadayê, hemû hevdîtinên bazarî yên bi Kanadayê re ji niha û şûnde hatine qutkirin.”

Trump diyar kir ku Kanadayê di dema dawî de bi kampanyayek reklamê axaftineke Reagan a têkildarî bazirganiyê “bi rengekî sixte û manîpulatîf” bi kar aniye.