Rûsyayê fuzeya bi nukleer test kir: Li gorî Putîn ‘di cîhanê de mîna wê tune’

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku testa dawî ya fuzeya Burevestnik a bi motora nukleer dixebite, bi serketî hatiye temamkirin. Pûtîn got, “Di cîhanê de teknolojiyeke mîna vê çekê tune ye.”

Kremlîn dîmenek weşand. Di dîmen de Putîn axivî û got, “Testên ku biryar bidin, temam bûn. Êdî ji bo ev çek di artêşa Rûs de bikeve xizmetê, wê dest bi xebatên binesaziyê were kirin.”

Fermandarê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov jî got, di ceribandina dawî ya 21’ê Cotmehê de fuze nêzî 15 saetan li hewayê maye û 14 hezar kîlometre mesafe derbas kiriye, ev jî ‘ne sînorê menzîlê ye’.

Putîn bi bîr xist ku projeya Burevestnik weke “çekeke stratejîk ku her cure sîstema parastinê derbas bike” hatiye avakirin. Ev proje sala 2018’an hatibû ragihandin.

Li gorî pisporan Burevestnik bi motora nukleer weke teorîk hema bêje dikare bêsînor bifire. Ev jî kapasîteya fuzeyê ya bêyî ku were tespîtkirin li hedefên pir menzîl dirêj bixe, di rêjeyeke girîng de zêde dike.