Li Xezeyê di nava 2 salan de piranî avahî hilweşiyan: 161 milyon ton kavil çêbûn

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî ji sedî 78’ê avahiyên li Xezeyê di şerê du salan de wêran bûne an jî zirarên giran dîtine.

Li gorî agahiyên AFP’ê ku xwe dispêre bernameya analîza peykê ya Neteweyên Yekbûyî UNOSAT’ê, di şerê li Xezeyê de 61.5 milyon ton kavil çêbûne.

Agirbesta qurfbar a ku di 10’ê Cotmehê de di bin zexta Serokê Emerîkayê Donald Trump de hat ragihandin, piştî wêrankirina mezin a li Xezeyê, pêvajoya ji nû ve avakirinê da destpêkirin.

Li aliyê din UNEP’ê hişyarî da ku dibe ku bi milyonan ton kavil bi asbest û kîmyewiyên jehrîn qirêj bibin, ku ev yek xetereyek cidî ya tenduristiyê çêdike Bi taybet ji bo sivîlên ku li kampên penaberan dijîn.

Li gorî daneyên NY’ê, di dema şer de 193 hezar avahî zirar dîtine.