Volkanê Semeru teqiya: Di asta herî bilind de alarm hate dayin
Volkanê Semeru yê li Endonezyayê teqiya, bi qasî 5.6 kîlometreyî xwelî bi ser volkan ve ket. Rayedaran hişyarî dan.
Volkanê Semeru yê li Endonezyayê teqiya, bi qasî 5.6 kîlometreyî xwelî bi ser volkan ve ket. Rayedaran hişyarî dan.
Volkanê Semeru yê li Girava Cava ya Endonezyayê bi xurtî careke din teqiya û çalak bû.
Xweliya ku ji devê volkan fûriya bi qasî 5.6 kîlometreyî bilind bû. Ajansa volkanolojiyê ya welêt di asta herî bilind de alarm da.
Li gorî daxuyaniya rayedarê Navenda Çavdêriya Volkanolojiyê Mukdas Sofian teqîn bi dema herêmî saet di 16:00 de destpê kir.
Hişyarî ji xelkê herêmê re hate dayin ku ji ber rîskê herî kêm bi 2.5 kîlometreyan xwe ji volkan vegirin.