Li nêzî Qesra Spî êrişa çekdarî
Li nêzî Qesra Spî di encama êrişeke çekdarî de ji Muxafizên Neteweyî yên Virginia ya Rojava 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî Qesra Spî di encama êrişeke çekdarî de ji Muxafizên Neteweyî yên Virginia ya Rojava 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Washington DC'ê, li qadeke nêzî Qesra Spî êrişeke çekdarî rû da ku li welêt deng veda. Ji Muxafizên Neteweyî yên Virginia ya Rojava 2 leşker di encama êrişê de hatin kuştin.
Waliyê Eyaleta Virginia Rojava nûçe li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal piştrast kir. Dîrektorê FBI'yê Kash Patel û Serdozgerê DYE'yê Pam Bondi bang li gel kir ku dua bike.
Piştî bûyerê li Balafirgeha Neteweyî ya Reaganê seferên balafiran ji bo demeke kurt hate rawestandin. Hate ragihandin ku êrişkar bi birîndarî hatiye binçavkirin.
Wezîrê Parastinê Pete Hegseth ji rojnamevanan re axivî û anî ziman ku Serok Trump jê xwestiye, 500 leşkerên din ji Muxafizên Neteweyî bişîne Washington DC'ê.