Çînê nerazîbûnên xwe nîşanî plana Japonyayê ya bicihkirina ‘moşekan’ da

Çînê, plana bicihkirina moşekan a Japonyayê ya li girava Yonaguni ya gelekî li nêzî Taywanê weke bûyereke ‘’xeter’’ pênase kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Mao Ning anî ziman ku Japonya li giravên başûrrojava çekên xwedan kapasîteya şer bi cih dike û ‘’rageşiya herêmî û rîska şer û pevçûna leşkerî bi zanebûnî zêde dike.’’ Mao ev pêngava Japonyayê weke bûyereke ‘’gelekî xeternak’’ pênase kir.

Daxuyaniya Çînê, piştî belavbûna gotinên Wezîrê Parastina Japonyayê Shinjiro Koizumi yên têkildarî projeya berbehs hate dayîn.

Rageşiya di navbera Pekîn û Tokyoyê de, jixwe li gel pêngava 7’ê Mijdarê zêde bûbû. Çîn, di gel ku Taywanê weke xaka xwe dibîne, daxuyaniyên bi vî rengî jî weke ‘’provokasyonan’’ binav dike. Mao Ning diyar kir ku serweriya Çînê ya têkildarî parastinê ‘’bibiryar û jêhatî ye’’ û got ku ew ê destûrê nedin ku militarîzma Japonyayê ‘’ji nû ve zindî bibe.’’

Hikûmeta Taywanê jî piştevanî da pêngava Japonyayê. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Wu Chih-chung diyar kir ku mafê Japonyayê heye ku xakên xwe biparêze û destnîşan kir ku Girava Yonaguni gelekî li nêzî Taywanê ye û bicihkirina kapasîteya leşkerî ya li qada berbehs a ji aliyê Japonyayê ve ji bo Taywanê baş e.

Ji sala 2016’an ve ye li Girava Yonaguniyê baregeheke Hêzên Xweparastina Japonyayê heye. Tokyo bi armanca parastina giravê ya li hemberî êrîşên moşek û hewayî plan dike ku li herêma berbehs moşekên menzîlnavîn bi cih bike.