Serokwezîra berê ya Bangladeşê ji ber sûcên dijî mirovahiyî cezayê darvekirinê lê birîn

Dadgeha Sûcên Navneteweyî ya Bangladeşê bi sûcên li dijî mirovahiyê, cezayê darvekirinê li serokwezîra berê ya Bangladeşê Şêxa Hesîna birî.

Dadgeha ku li Bangladeşê bi taybetî hatiye avakirin, serokwezîra berê Şêxa Hesîna û Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Khan Kamal ji ber fermana bi kar anîna çekên kujer,drone û helîkopteran li hemberî çalakiyên xwendekaran dan, sûcdar dît. 

Dadgehê biryara xwe da ku serokwezîra berê Şêxa Hesîna û Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Khan Kamal tedbîrên pêwîst negirtine û sûcê li dijî mirovahiyê kirine.

Yek ji dadgeran di dema darizandinê de got: "Şêxa Hesîna fermanên kuştinê dane û nikariye tedbîrên qanûnî bigire û bi vê yekê sûcên li dijî mirovahiyê kiriye."

Biryar dema ku Hesîna li Hindistanê li sirgûniyê bû hat dayîn.