NY: Di 2026’an de wê pêdiviya ji sêyan yek a xwarinê pêk were

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP/PAM) ragihand ku tevî di sala 2026’an de krîza biçîbûnê zêde bibe jî ji ber nebûna fînansmanê ew ê karibin tenê alîkariya ji sêyan yekî bikin.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ku navenda wê li Romayê ye, bi Rapora Bergeha Gerdûnî ya 2026anku roja Sêşemê weşand de daxuyand ku sala bê wê  318 milyon kes bi birçîbûneke krîtîk re rû bi rû bimînin. Ev hejmar li gorî sala 2019’an 2 caran zêdetir e.

WFP daxuyand ku kêmbûna budçeyên mirovî yên navneteweyî wê piştgiriya xwarinê bi qasî 110 milyon kesan sînordar bike û da zanîn ku lûçûyîna wê 13 mîlyar dolar e. Li gorî pêşbîniyên fînansmana heyî, bendewariya ajansê ew ku wê tenê bikaribe bigihîje nîvê wê hejmarê.

KRÎZÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN HEMWEXT

Dîrektora WFP Cîndy McCaîn diyar kir ku cîhan di heman demê de bi gelek xelayan ​​re rû bi rû ye û got, “Li Xezeyê û hin herêmên Sûdanê xela tê jiyîn. Ev yek di sedsala 21’an de bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Çend roj berê WFP û FAO bi rapora hevbeş hişyarî dan ku bi mîlyonan mirovên li çaraliyê cîhanê wê bi xelayê yan jî bi metirsiya xelayê re rû bi rû bimînin. Di raporê de hat destnîşankirin ku bêewlehiya xwarinê di nav de Haîtî, Malî, Filistîn û Sûdan jî hene li 16 herêmên krîtîk bi lez xirabtir dibe.

KRÎZA KUREVÎ YA XWARINÊ KÛR DIBE

Saziyên NY’ê diyar kirin ku fînansmana alîkariya mirovî "bi awayekî xeternak têrê nake" jî McCaîn anî ziman ku sala 2026’an xetereyên cidî bi xwe re tîne û wiha domand: “Ti nîşaneya kêmbûna krîza xwarinê ya kurevî tineye. Pevçûn, bûyerên hewayê yên dijwar û bêîstîqrariya aborî, sala bê wê rê li ber bêewlehiya xwarinê veke.”