DYE’yê li Karîbîkan û Pasîfîkê êrîşên nû pêk anîn: Herî kêm 8 mirî

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li herêmên Pasîfîk û Karîbîkan di nava 48 saetên dawî de, êrîşên hewayî yên nû li dijî hedefên ku tê îdîakirin eleqeya wê bi qeçaxçitiya tiryakê re heye, pêk anîn. Hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 8 kes mirin.

Serokê DYE’yê Donald Trump ji meha Îlonê û vir ve bi hinceta “têkoşîna li dijî narkotîkê” li Karîbîkan û Pasîfîkê kampanyayek leşkerî dimeşîne. Di van operasyonan de bi taybetî rêveberiya Venezuela tê hedefgirtin.

Fermandariya artêşa DYE’yê Southcom ê ji Latîn Emerîka û Karîbîkan berpisyar, roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku du keştiyên din jî hatine hedefgirtin.

Southcom îdîa kir ku di van êrîşên dawî de “5 narkoterorîst hatine kuştin”.

HEJMARA MIRIYAN BÛ 115

Southcom beriya rojekê ragihandibû ku di êrîşên beriya rojekê de 3 kesên di keştiyekê de mirin, 2 kesên di keştiyeke cuda de jî xwe avêtin behrê û reviyan. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê kampanyaya DYE’yê ya de, ji ber êrîşên li Karîbîkan û Pasîfîkê herî kêm 115 kes mirin.