Koreya Bakur li dû keştiyên binê avê yên nukleer e
Koreya Bakur diyar kir ku di çêkirina yekem keştiya xwe ya binê avê ya nukleer de pêşketin bi dest xistiye.
Koreya Bakur diyar kir ku di çêkirina yekem keştiya xwe ya binê avê ya nukleer de pêşketin bi dest xistiye.
Di wêneyên li ser medyaya dewletê hatine weşandin de tê dîtin ku serokê welêt Kim Jonh Un seredane cihê ku keştî lê tên çêkirin, dike û çavdêriya înşaeta çêkirina keştiya binê avê ya nukleer kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navenda Koreyê ya Fermî (KCNA), Kim Jonh Un pêvajoya çêkirina keştiya binê avê ya nukleer a 8 hezar û 700 ton li cihê wê kontrol kiriye. Keştiya binê avê ya berbehs ji aliyê rêveberiya Pyongyangê ve ji bi xurtkirina modernîzasyona komkeştiyan û kapasîteya nukleerî weke ‘’pêngaveke gelekî girîng’’ tê pênasekirin.
Li gorî pisporan wêneyên hatine weşandin, nîşan didin ku beşeke mezin a keştiya binê avê hatiye çêkirin. Pisporê keştiyên binê avê yê ji Zanîngeha Hanyang a Koreya Başûr Moon Keun-sik diyar kir ku li gorî wêneyên hatine weşandin beşeke mezin a perçeyên sereke yên keştiya binê avê hatine bicihkirin.
Tê zanîn ku hejmara welatên xwedî keştiyên binê avê yên nukleer kêm e û ev teknolojî bi taybetî jî ji aliyê DYE’yê ve yek ji qada herî veşartî a leşkerî ye ku tê parastin. Pêngavên Pyonghangê yên bi vî rengî jî li Nîvgirava Koreyê û herêmê rê li ber zêdebûna rageşiya leşkerî vedike.