Zelenskiy: Ez ê roja yekşemê bi Trump re bicivim, plana aştiyê ji sedî 90 amade ye

Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy, derbarê hewildanên dîplomatîk ên ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê daxuyaniyek da. Zelenskiy diyar kir ku ew ê roja yekşemê bi Serokê DYA'yê Donald Trump re bicive û plana aştiyê ya hatiye amadekirin "ji sedî 90 amade ye."

TRUMP ZELENSKÎ

Zelenskiy da zanîn ku ew ê biçe DYAyê û li Floridayê, li xaniyê Trump ê li Mar-a-Lago civînekê pêk bîne. Tê gotin ku ev hevdîtin, yek ji gavên dawî ye ji bo ku beriya serê salê peymaneke aştiyê pêk were.

Malpera Axios a navenda wê li DYA'yê ye, berê jî nûçeyek belav kiribû û gotibû ku Zelenskiy û Trump dê li Mar-a-Lago werin cem hev û plana aştiyê binirxînin. Zelenskiy, piştî hevdîtina roja Noelê ya bi nûnerê taybet ê Trump, Steve Witkoff re, îşaret bi pêşketinên girîng di têkiliyên aştiyê yên bi Rûsyayê re kiribû.

UKRANYAYÊ LI RAFINERIYA RUSYAYÊ XIST

Ji aliyekî din ve, Ukraynayê ragihand ku roja pêncşemê bi mûşekên Storm Shadow yên ku Brîtanyayê dabûn wan, rafîneriyeke girîng a petrolê li Rûsyayê kiriye armanc. Artêşa Ukraynayê diyar kir ku di êrîşa li ser rafîneriya Novoshakhtinsk a li herêma Rostovê de "gelek teqîn pêk hatine û hedef bi serkeftî hatiye lêdan."

Rayedaran destnîşan kir ku ev rafînerî yek ji navendên sereke yên hilberîna petrolê ye li başûrê Rûsyayê û rasterast sotemeniyê ji hêzên çekdar ên Federasyona Rûsyayê re peyda dike.