CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa DYE’yê li du keştiyên din ên li Pasîfîkê xist: 5 kes mirin
Artêşa DYE’yê li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat bêyî ku delîlekê nîşan bide bi îdîaya ku eleqeya wan bi kaçaxçîtiya tiryakê re heye li du keştiyan xist. Di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Serokê Pentagonê: Ciwan ji bo ku beşdarî artêşê bibin yan gelekî qelew in’ yan jî ‘ehmeq in’
Wezîrê Parastina DYE’yê Pete Hegseth diyar kir ku gelek ciwanên Emerîkî ji bo ku beşdarî artêşê bibin yan ‘gelekî qelew in’ yan jî ‘ehmeq in.’ -
RTC: Li Xezeyê zêdeyî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku ji Tîrmeha 2024’an heya dawiya Mijdara 2025’an li Xezeyê zêdeyî hezar nexweşên ku li benda tahliyeya tibî bûn, jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kolombiyayê di êrişên ELN'ê de hefteyekê 8 kes mirin
Li Kolombiyayê di êrişeke gerîlayên ELN'ê de ku bi droneyan û teqemeniyan kir, herî kêm 6 leşker mirin, 28 jî birîndar bûn. Di nava hefteyekê de hejmara mirovên ji ber êrişan mirin bû 8 kes. -
Awûstralya pîştî êrîşê wê çekên li piyaseyê bikire
Hikûmeta Awûstralyayê ragihand ku wê piştî êrîşa antîsemît a ku pirozbahiya Hanuka a li Plaja Bondi ya bajarê Sydneyê û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, li seranserê welêt bernameyeke kirîna çekan bide destpêkirin. -
NY: Li Darfûrê di êrişên li ser kampên koçberan de zêdeyî hezar sivîl hatin kuştin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku li Kampa Penaberan a Zamzamê ya li Sûdanê di êrişên meha Nîsanê de herî kêm 1.013 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Awûstralya piştî êrişê dixwaze 'nefretê' bi tundî ceza bike
Anthony Albanese diyar kir ku piştî êrişa li Plaja Bondi ya Sydneyê ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, wê "nefretê, parçebûn û radîkalbûnê" bi tundî ceza bikin. -
Senatoya DYE’yê Yasaya Rayedarkirina Parastina Neteweyî ya li dijî Îranê erê kir
Senatoya DYE’yê, Yasaya Rayedarkirina Îstîxbaratê ya Sala Darayî ya 2026’an (Intelligence Authorization Act) di çarçoveya Yasaya Rayedarkirina Parastina Neteweyî de qebûl kir û ji bo îmzekirina Donald Trump şand. -
Rûyê şer ê nû: Robotên kujer
Pergalên çekên otonom ên piştevaniya hişê çêkirî distînin, bêyî çavdêriya însanan dest bi standina biryarên jiyîn û kuştinê kirin. Algorîtmayên ku li Xezeyê di hedefgirtina deh hezaran de hatine bikaranîn, tên nîqaşkirin. -
Mai Sato: Windakirina binçavkiriyan binpêkirina mafên mirovan e
Raportora Taybet a NY'yê ya ji bo Îranê Mai Sato anî ziman ku ew dosya 25 kesên li bajarê Meşhedanê binçavkirî ne ji nêz ve dişopînin û got, windakirina wan binpêkirina mafên mirovan e. -
Kongreya DYE'yê rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê erê kir
Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêşnûmeya ji bo rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê erê kir. -
Ji DYE’yê astengiyên nû ên seyahetê: Sûriyeyî û Filistînî jî di lîsteyê de ne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, li gel biryarnameyeke roja Sêşemê îmze kir, navê heft welatên nû li lîsteya qedexeya hatina DYE’yê zêde kir. -
Trump li dijî tankerên petrolê yên Venezuelayê dorpêça tam ferz kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li ser Truth Social daxuyanî da û ragihand ku li hemberî Venezuelayê gaveke nû hate avêtin. -
NY: Li Efganistanê 17 milyon kes vê zivistanê di bin xetereyê de ne
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara kesên ku di zivistanê de li Efganistanê bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû bimînin bi lez zêde dibe. -
Windahiyên aboriya kûrewi yên karesata xwezayî di sala 2025’an de kêm bûn
Li gorî texmînên destpêkê yên şîrketa reasuranê ya Swiss Re ya Swîsreyê, windahiyên aborî yên ji ber karesatên xwezayî li seraserê cîhanê diqewimin di sala 2025’an de bi qasî ji sisêyan yek kêm bûne û daketiye 220 milyar dolarî. -
Ji bo herêma Kabiliye ya Cezayîrê 'serxwebûna yekalî' hate ragihandin
Tevgera Mafê Diyarkirina Çarenûsa xwe ya Kabiliyeyê (MAK) ku li herêma Kabiliye ya li bakurê Cezayîrê dixebite, li Fransayê merasîmek lidar xist û serxwebûna herêmê bi yekalî ragihand. -
Di êrişên deryayî yên DYE'yê de yên bi îdîaya 'narkotîkê' 8 kes mirin
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi îdîaya ku bazirganiya narkotîkê dikin li Okyanûsa Pasîfîkê êrişên hewayî bir ser 3 keştiyan. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Muhafazakarê tundrew José Antonio Kast bû serokomarê nû yê Şîliyê
José Antonio Kast kurê endamekî partiya Nazî û heyranê dîktator Augusto Pinochet e, bi girtina ji sedî 58,16’ê dengan bû serokomarê Şîliyê. Kast kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser soza dersînorkirina bi deh hezaran koçberên bêbelge ava kir. -
Li Fasê lehî rabû: Herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Fasê barînên zêde yên şeva 14’ê Kanûnê bûn sedem ku li bajarê Safi yê li perava Atlantîkê lehiyên mezin rabin. Di encamê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hejmara qurbaniyên lehiya li endonezyayê hezarî derbas Kir
Li rojavayê Endonezyayê di lehî û hezaza axê yên du hefte berê de çêbûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 1.006’an. -
Dadgeha Federal a Iraqê encamên hilbijartinê erê kir
Dadgeha Federal a Iraqê encamên dawî yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê erê kir. -
Li Sydneyê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî
Li gorî bîlançoya nû ya êrişa çekdarî ya li Plaja Bondi ya li bajarê Sydney ê Awûstralyayê herî kêm 12 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn. -
Li plaja Awûstralyayê êrîşa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
Li Plaja Bondi ya navdar a li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di dema pîrozbahiyên Cejna Hanuka de êrîşa çekdarî pêk hat. Di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê du kes hatin binçavkirin. -
Şerê li ser sînorê Tayland-Kamboçyayê. Zêdeyî 800 hezar kes ji warê xwe bûn
Di hefteya duyemîn a şerê li ser sînorê Tayland-Kamboçyayê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes jî ji warê xwe bûn. -
Li Şîliyê tûra duyemîn a hilbijartinê: Rastgiriya tund favorî ye
Li Şîliyê hilbijêr roja Yekşemê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê diçin dengdanê. Hilbijartin wê di navbera namzetê muxafazakar ê tund José Antonio Kast û Wezîra Kar a berê Jeannette Jara de derbas dibe.