Trump: DYE wê bi 'rê û rêbazekê' Gronlandê bistîne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku herêma xweser a Danîmarkayê Gronland wê bikeve bin kontrola DYE'yê û got, "Ya bi lihevkirinê ya jî bi rengekî cuda em ê Gronlandê bi dest bixin."

Trump li balafira Air Force ji rojnamevanan re axivî û anî ziman ku Washington ji bo Gronlandê 'kirêkirina' demkurt nexistiye rojeva xwe, tenê dixwaze bi temamî bikire. Trump got, "Pêwîstiya me bi vê tapûyê heye."

Trump îdîa kir ku divê Gronland bi DYE'yê re li hev bike û daxuyaniyên welê da ku kapasîteya Danîmarkayê ya parastina herêmê biçûk xist.

Trump got, "Parastina Gronlandê bi esasî li ser kaşkaşokeke ji du kûçikan e. Ev yek parastina wan e" û bi vî rengî henekê xwe pê kir. Trump îdîa kir ku li hemberî vê yekê Rûsya û Çîn li herêmê xwedî destroyer û keştiyên binê avê ne.

Serokê DYE'yê têkildarî bandorên gengaz ên lii ser NATO'yê jî got, "Eger ev yek bandorê li NATO'yê dike, hingî bandorê dike. Lê belê pêwîstiya wan a bi me ji pêwîstiya me ya bi wan zêdetir e."