UEA: Di sala 2026’an de wê daxwaza petrolê zêdetir be

UEA’yê di rapora xwe ya mehane de diyar kir ku li gorî sala 2025’an wê îsal daxwaza petrolê zêdetir be. Ajansê, ragihand ku ev zêdebûn dê rê li ber kêmbûna aloziyên bazirganiyê û daketina bihayên petrolê veke.

Li gorî rapora Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (UEA), daxwaza cîhanî ya petrolê wê di sala 2026’an de li gorî sala bihurî zêdetir be. Li gorî raporê zêdebûna daxwazê ku di sala 2025’an de rojane 850 hezar bermîl bû, di sala 2026’an de wê ev hejmar rojane bigihêje 930 hezar bermîl.

Xerckirina petrolê li cîhanê di sala 2025’an de rojê 104 milyon bermîl bû, bi vê zêdebûnê re di sala 2026’an de wê ev hejmar derkeve 105 milyon bermîlê. Tê payîn ku zêdebûna daxwazê dê ji welatên derveyî OECD’ê were.

Texmînên UEA’yê bi yên OPEC’ê re li hev nakin. OPEC’ê jî pêşbînî dike ku daxwaza petrolê dê di sala 2026’an de bi 1.4 milyon bermîl di rojê de zêde bibe û xerckirina giştî di rojê de bigihîne 106.5 milyon bermîlî.