Agir bi daristanên Şîlî ket: 19 kes mirin, bi deh hezar kes jî hatin veguhastin

Di encama şewatên daristanên li başûrê Şîliyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku şewat hê jî nehatine vemirandin rayedaran li herêmên ku ji şewatê zêde bandor bûne qedexeya derketina derve ya bi şev îlan kirin.

Şewatên ku roja Şemiyê li herêmên Nuble û Biobioyê dest pê kirin, ji ber germahiya zêde û bayên xurt li lez belav bûn. Wezîrê Ewlehiyê Luis Cordero ragihand ku 18 kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji herêma Biobioyê ne û yek jî ji herêma Nubleyê ye.

Serokdewletê Şîliyê Gabriel Boric, diyar kir ku ew  bi fikar in ku zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin û anî ziman ku heya niha nêzîkî 300 xanî bi temamî şewitîne, lê belê      ew li bendê ne ku ev hejmar ji 1000’î derbas bibe. Boric, ragihand ku bi taybetî li bajarên Lirquen û Pencoyê ji ber ku rewş gelekî krîtîk e qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Şaredarê Pencoyê Rodrigo Vera, ragihand ku bes li bajarekî 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyên ji herêmê anîn ziman ku şewat di nava demeke gelekî kurt de belav bûne û gelek kes ji bo ku xwe ji şewatan rizgar bikin neçar mane ku xaniyên xwe biterikînin.

Li gorî rayedaran zêdetirî 50 hezar kes hatine veguhastin û nêzîkî 4 hezar agirkuj dixebitin. Hate ragihandin ku ji ber germahiyên zêde û bayên xurt şewat hê jî nehatine kontrolkirin. Serokdewletê Şîliyê Boric rewşa  afatê îlan kir û pêşî li artêşê jî vekir ku beşdarî xebatên vemirandinê bibe.

Li Şîliyê di salên dawiyê de bi taybetî jî li herêmên navîn û başûr ên welêt  gelek caran şewatên daristanan ên mezin derdikevin. Di encama şewata Sibata 2014’an a li Vina del Marê de 138 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.