CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Skandala Gendeliyê li Ukraynayê: Wezîrê Berê yê Enerjiyê hate binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîneke mezin a gendeliyê de ku sektora enerjiyê ya Ukraynayê hejand, Wezîrê berê yê Enerjiyê Guerman Galouchtchenko hat binçavkirin. -
Rûsya: Me di du hefteyan de 12 gund bi dest xistin
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Valeri Gerasimov çû serdana yekîneyên Rûs ên li Ûkraynayê û ragihand ku hêzên Moskowê di meha Sibatê de 12 gundên li rojhilatê welêt bi dest xistin. -
Reuters: Artêşa DYE'yê xwe ji bo operasyoneke demdirêj a li dijî Îranê amade dike
Hate ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwe ji bo operasyoneke gengaz a li leşkerî ya li dijî Îranê amade dike ku eger Serok Donadl Trump fermana êrişê bide wê bide destpêkirin û bi hefteyan dewam bike. -
Li Nîjeryayê êrîşên çekdarî: Herî kêm 46 kes mirin
Li eyaleta Nîjer a li navîn-rojavayê Nîjeryayê êrîşî sê gundan hate kirin û di encamê de herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
CBS News: Tom Barrack bi salan bi Epstein re di nava têkiliyê de bû
Tom Barrack ê ku bi salan nêzî Serokê DYE'yê Donald Trump e, eşkere bû ku bi salan bi Jeffrey Epstein re bi rêk û pêk di nava têkiliyê de bû, ku Epstein sala 2008'an ji ber sûcên li hemberî zarokan hate mehkûmkirin. -
NY: Ji destpêka salê vir ve 150 hezar Efganî ku piraniya wan bi zorê vegeriyan welatê xwe
Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve nêzî 150 hezar Efganî ku piraniya wan bi zorê ji Îran û Pakistanê vegeriyane welatê xwe. -
Trump hêvî dike ku meha li pêşiya me bi Îranê re li hev bike!
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku dibe ku meha li pêşiya me ew bi Îranê re li hev bikin. -
Li Lufthansayê grev: 800 seferên balafiran hatin betalkirin
Nêzîkî 800 seferên balafirên aîdî Koma Lufthansa ji ber greva ku ji hêla pîlot û karmendên kabînê ve li Elmanyayê hatibû destpêkirin roja Pêncşemê hatin betalkirin. -
Li Çemê Nîlê yê li Sûdanê keştî noqî binê avê bû: Herî kêm 21 kes mirin
Li Çemê Nîlê yê li bakurê Sûdanê êvara Çarşemê keştiyek noqî binê avê bû. Di bûyerê de herî kêm 21 kes mirin. -
Fransayê banga îstifayê li raportora Fîlîstînê ya li Neteweyên Yekbûyî kir
Fransayê bi navê endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Raportora Taybet a Xaka Fîlîstînê ya bi bin dagirkeriyê de ye Francesca Albanese kir ku îstifa bike. -
Li lîseyeke Kanadayê êrişa çekdarî: Herî kêm 9 kes mirin
Li eyaleta Kolûmbiya Brîtanyayê ya Kanadayê, li lîseyeke li bajarê Tumbler Ridgeyê êrişeke çekdarî rû da. Di encamê de herî kêm 9 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
PE’ê rêziknameyên nîqaşî yên ku polîtîkayên koçberiyê tund dikin pejirand
Parlamentoya Ewropayê (PE), bi piştgiriya partiyên rastgir û rastgirên tundrew, du rêziknameyên krîtîk ên ku polîtîkayên koçberiyê tund dikin roja sêşemê bi awayekî teqez pejirand. -
Somalî û Erebistana Siûdî di warê hevkariya leşkerî li hev kirin
Somaliyê da zanîn ku wê li gel Erebistana Siûdî lihevkirina hevkariya leşkerî îmze kiriye. Ev lihevkirin, di dema ku Îsraîlê Somalîland nas kir û zêdebûna rageşiya di navbera Riyad û AbiuDabiyê de hate îmzekirin. -
Ji ber lehiyê herî kêm 22 kes li Kolombiyayê mirin
Li Kolombiyayê ji ber barana dijwar a ne asayî, lehî rabû. Di encama karesatê de bi dehan kes bûn qurbanî. -
Li cîhanê nelirêtî kûr dibe, Tirkiye di nava yên herî xirab de ye
Rêxistina têkoşîna li dijî nelirêtiyê ya navneteweyî Transparency International (TI) hişyarî da ku li seranserî cîhanê di demokrasiyan de nelirêtî zêde bûye. -
Li Japonyayê bobelata berfê: 46 kes mirin, 558 kes jî birîndar bûn
Li Japonyayê barîna berfa zêde ya di nava meheke dawîn de rê li ber bobelateke mezin vekir. -
Li beravên Lîbyayê keleka koçberan noqî avê bû: 53 kes mirin an jî winda bûn
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku li beravên Lîbyayê, di encama noqbûna boteke ku 55 koçber tê de bûn de, 53 kesan jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne. Hat ragihandin ku ji vê bûyerê tenê du jinên Nîjeryayî hatine rizgarkirin. -
Peywendiyên xurt ên Epstein li welatên Kendavê hebû
Zêdeyî 3 milyon belgeyên Epstein ên li DYE'yê hatin weşandin, di asta kûreyî de olîgarşiyek krîmînal derxist holê. Lê lingên vê yên Rojhilata Navîn zêde nayên dîtin. -
Ragihandina hesabên medyayê, ji bo têketina bê vîze ya DYE’ê mecbûrî bû
Ji 8’ê Sibatê û pê ve kesên ku bê vîze diçin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê mecbûr bin ku hesabên xwe yên medyaya civakî yên pênc salên bihurî ragihînin. Ev polîtîka ji bo welatiyên 38 welatan, tevî Fransayê jî derbasdar e. -
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
DAÎŞ’ê êrîşa li mizgefta Pakistanê ku di encamê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, girt ser xwe. -
Hevdîtina DYE û Îranê bi dawî bû
Hevdîtina di navbera DYE û Îranê de yên ku îro hatin lidarxistin "ji bo niha" bi dawî bûn. Nayê zanîn ku wê hevdîtinên ji nû ve dest pê bikin an na. -
Bêçekkirina nukleerî: DYE dixwaze Çînê tevlî bike, ji Rûsyayê şertê Fransa û Îngilîstanê
Bidawîbûna peymana New START a ji bo sînorkirina çekên nukleerî ku di navbera DYE û Rûsyayê de hatibû îmze kirin û demeke kurt berê dema wê qediya, fikarên ewlehiyê yên gerdûnî zêde kirin. -
Li Pakistanê di mizgefta Şîayan de teqîn çêbû: Herî kêm 11 kes mirin
Li mizgefteke Şîayan a li paytexa Pakistan, Îslamabadê teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. -
Doza Epstein: Li Norvecê derheqê Serokwezîrê berê de lêpirsîn hate vekirin
Polîsên Norvecê dan zanîn ku wan derheqê serokwezîrê berê Thorbjorn Jagland de bi gumana ‘’gendeliya girankirî’’ ku têkiliya wî li gel fînansor û tecawizkarê DYE’yî Jeffrey Epstein heye, lêpirsîn daye vekirin. -
Diyaloga leşkerî ya payebilind a DYE û Rûsyayê wê ji nû ve dest pê bike
DYE û Rûsyayê piştî têkiliyên li Ebû Dabî yên li ser danûstandinên "aştiyê" yên Ukraynayê biryar dan ku diyaloga leşkerî ya payebilind ji nû ve bidin destpêkirin.