Trump: Em bi rengekî cidî difikirin ku xwe ji NATO'yê vekişînin
Serokê DYE'yê Donald Trump bi ser endamên NATO'yê ve çû yên ku piştgirî nedan şerê îranê û got, ew bi rengekî cidî dinirxînin ku Washingtonê ji nava NATO'yê vekişîne.
Serokê DYE'yê Donald Trump bi ser endamên NATO'yê ve çû yên ku piştgirî nedan şerê îranê û got, ew bi rengekî cidî dinirxînin ku Washingtonê ji nava NATO'yê vekişîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ji rojnameya Îngiliz The Telegraph re axivî û têkildarî paşeroja NATO'yê nîqaş da destpêkirin.
Trump got, ji ber ku endamên NATO'yê tevlî şerê li hemberî Îranê nebûn û li Tengava Hurmuzê bi rola leşkerî ranebûn, DYE bi rengekî cidî difikire ku xwe ji NATO'yê vekişîne.
Trump îdîa kir ku DYE'yê bi salan ji bo hevalbendên xwe berdêl da û got, "Em ji bo wan her tim hebûn, lê belê ew ji bo me nebûn."