HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Li gorî rapora ku ji hêla HRW’ê ve hat weşandin, artêşa Burkina Faso, hêzên piştgiriya sivîl û JNIM-a girêdayî El Qaîdeyê ji sala 2023’yan û vir ve 1.837 sivîl qetil kirine. Di raporê de hat gotin ku sûcên ku hatine kirin dikarin di çarçoveya "sûcên şer"

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora 2’yê Nîsanê weşandin de ragihand ku artêşa Burkina Faso, alîgirên wê Dildarên Parastina Welat (VSG) û JNIM, şaxa Sahel a El Qaîdeyê, di navbera Çileya 2023’yan û Tebaxa 2025’an de herî kêm 1.837 sivîl  qetil kirine.

Li gorî raporê, qetilkirina sivîlan di 57 bûyerên cuda yên li 11 herêman de çêbûne.

HRW’ê artêşa Burkina Faso û VSG wekî berpirsiyarê qetilkirina 193 jê zarok bi tevahî 1.255 sivîlên ku di navbera Çileya 2023 û Nîsana 2025’an de pêk hatiye, destnîşan kir. JNIM’ê jî bi qetilkirina 15 jê zarok bi tevahî 582 sivîlên ku di navbera Çileya 2023 û Tebaxa 2025’an de pêk hatiye tawanbar kir.

BANGA LÊKOLÎNKIRINÊ HAT KIRIN

HRW’ê diyar kir ku divê şeş berpirsên payebilind ên Burkina Faso, di nav de serpel Îbrahîm Traoré ku di Îlona 2022’yan de bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist û  serokê JNIM’ê Iyad Ag Gali jî di nav de 4 rêveberên wê, divê di çarçoveya "berpirsiyariya fermandariyê" de werin lêpirsînkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên ku ji hêla hêzên hikûmetê, VSG û JNIM’ê ve hatine kirin dikarin wekî "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" werin hesibandin. HRW’ê bang li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) kir ku li ser rewşa Burkina Fasoyê lêprisînekê bide destpêkirin.

ÊRÎŞÊN HERÎ BI XWÎN

Di rapora HRW’ê de hat destnîşankirin ku artêşa Burkina Faso û VSG di Kanûna 2023’yan de li nêzîkî 15 gundên bakurê bajarê Djiboyê zêdetirî 400 sivîl qetil kirine.

Her wiha  hat diayrkirin ku JNIM’ê sivîlên kuli ber desthilatdariya wê serî netewendin bi tawanbariya piştgiriya hêzên hikûmetê dikin, hedef girtine. Li gorî raporê, di 24’ê Tebaxa 2024’an de li navenda bajarê Barsaloghoyê di nava wan de zarok jî hene herî kêm 133 sivîl qetil kirine.

JI ZÊDETIR 450 KESAN RE AXIVÎN

HRW’ê bi bîr xist ku di amadekirina raporê de ji çavkaniyên vekirî sûd wergirtine û li Burkina Faso, Benîn, Perava Diranfîl, Gana û Maliyê zêdetirî 450 kesan re rû bi rû axivîne.