Li Kongoyê di êrîşa hêza girêdayî DAÎŞ’ê de herî kêm 43 kes mirin

Li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk di êrîşa Hêzên Mutefîk a Demokratîk (ADF) a girêdayî DAÎŞ’ê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya artêşa Kongoyê êrîş li Bafwakoa ya girêdayî eyaleta Ituri pêk hat. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 43 kes hatin kuştin û 44 mal hatin şewitandin.

Çavkaniyên herêmî û nûnerên civaka sivîl jî ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes di şewata li malên xwe de mirin yan jî dema reviyan qada daristanê winda bûn. Hat ragihandin ku hin kes jî ji aliyê ADF’ê ve hatin revandin.

Hat diyarkirin ku êrîşkaran şev bi ser sivîlan de girtiye, hin kes bi çekan hatin kuştin û serê hin kesan jî hate jêkirin.