Sererkanê Fransayê: Tevgerên nediyar yên DYA’yê zirarê didin berjewendiyên me
Sererkanê Fransayê Fabien Mandon, di axaftineke xwe ya li forumekê de diyar kir ku tevgerên Amerîkayê (DYA) yên ku nayên pêşbînîkirin, zirarê didin berjewendiyên Fransayê.
Sererkanê Fransayê Fabien Mandon, di axaftineke xwe ya li forumekê de diyar kir ku tevgerên Amerîkayê (DYA) yên ku nayên pêşbînîkirin, zirarê didin berjewendiyên Fransayê.
Sererkanê Fransayê roja sêşemê di Foruma Parastinê ya li Parîsê de axivî û destnîşan kir ku DYA bûye hevalbendekî “nediyar” ango yê ku nayê pêşbînîkirin.
Fabien Mandon got: “Em ji ber hevalbendê xwe DYA’yê şaş mane; ew hîna hevalbendê me ne, lê her ku diçe zêdetir dibin mîna hevalbendekî ku tevgerên wê nayên zanîn. Dema biryara destpêkirina operasyonên leşkerî didin, carinan xwe naxin nav wê zehmetiyê ku agahiyê bidin me jî.”
Mandon li ser gotinên xwe zêde kir û got: “Ev rewş, bandoreke neyînî li ser ewlehî û berjewendiyên me dike.”
Li gorî medyaya Fransayê, Mandon wiha anî ziman: Êdî bêyî ku agahiyê bidin me, biryara mudaxelekirina Rojhilata Navîn didin. Lê belê xema sereke ya hêzên çekdar ên Fransayê ew e ku rêyên çareseriyê bibînin da ku bikaribin welatiyên xwe yên ku di ser wê herêmê re derbas dibin biparêzin.