CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Serokê DYE’yê Trump: Me operasyonek mezin da destpêkirin
Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku li dijî Îranê operasyonek mezin dane destpêkirin. -
NY: Di sala 2024’an de 50 hezar jin û zarok hatine kuştin
Komîserê Pilebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk anî ziman ku li gel sala 2026’an tundiya ku li seranserê cîhanê li dijî jin û zarokan zêde bûye ‘’rewşeke lezgîn a gerdûnî’’ teşkîl dike. -
Artêşa Efgan bersiv da: Bi dehan mirî, Pakistanê şer ragihand
Artêşa Efgan weke bersiva li bombardûmana dawiya hefteya derbasbûyî ya Pakistanê roja Pêncşemê êriş bir ser navendên leşkerî yên li ser sînorê Pakistanê. Hiukmeta Pakistanê 'şerekî eşkere' ragihand. -
Lêpirsîna Epstein: Serokê Foruma Davosê Borge Brende îstifa kir
Serokê Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) Borge Brende piştî lêpirsînek navxweyî ya li ser têkiliyên wî bi tora cîhanî ya sûcdarê destdirêjiyê Jeffrey Epstein re îstifa xwe ragihand. -
Neteweyên Yekbûyî: Kuştina sivîlan li Sûdanê bi du qatî zêde bû
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku par li Sûdanê herî kêm 11 hezar û 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk anî ziman ku hejmara rasteqîn dibe ku zêdetir be. -
Li Kubayê hewla 'têketina çekdarî' hat astengkirin: 4 kes mirin
Wezareta Karên Hundirîn a Kubayê diyar kir ku keştiyeke li ser eyaleta Florida ya DYE’yê tomarkirî, hewl daye nêzîkî peravên Kubayê bibe û ji aliyê komeke çekdarî ve teşebisa ‘’hewla têketineke terorî’’ hatiye kirin. -
CPJ: Sala 2025’an 129 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a ku navenda wê li New Yorkê ye, diyar kir ku sala 2025’an li seranserî cîhanê 129 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane û got, ji van mirinan dewleta Îsraîlê ji sêyan du berpirsyar e. -
Trump: Me zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirî
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê li Kongreyê axaftina Dewleta Yekîtiyê (State of the Union) kir û anî ziman ku wan zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirîn û ev welatê Latîn Emerîkayê weke "dost û hevkarê nû" pênase kir. -
Fransayê têkiliya rasterast a Sefîrê Bilind ê DYE'yê birî
Fransayê ji ber ku Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê li Parîsê Charles Kushner beşdarî vexwendina Wezareta Karên Derve nebûye, têkiliya wî ya rasterast a bi hikumeta Fransayê re betal kir. -
Moskowa: Armancên li Ûkranyayê hê nehatine bidest xistin
Kremlîn diyar kir ku hedefên di şerê li Ûkraniyayê de hê nehatine bidest xistin û got ku ji ber vê yekê Rûsya dê ‘operasyonên leşkerî yên taybet’ bidomîne. -
Saziya YE’yê: Jinên penaber ên Ûkraynayî gelekî tundiyê dibînin
Ajansa Mafên Sereke ya Yekîtiya Ewropayê (FRA) diyar kir ku jinên ku ji ber şerê Ûkraynayê berê xwe dane welatên YE’yê gelekî bi tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî re rû bi rû dimînin. -
Salvegera 4’an a şerê Ûkraynayê: Çeper hatin mayindekirin, bîlanço giran e
Li ser dagirkeriya berfireh a ku Rûsyayê di Sibata 2022’yan de daye destpêkirin, 4 sal derbas bûn. -
Kuba: DYA hewl dide karesateke mirovî biafirîne
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez, tundkirina cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser welatê giravê wekî "hewldana afirandina karesateke mirovî" pênase kir. -
Berf û bahozê li bakurrojhilatê DYE'yê bandor li 40 milyon kesî kir
Ji Marylandê heta bi Maineyê, berf û bahozê bandor li 40 milyon mirovî kir. Li New Yorkê jî bahoza herî mezin a berfê ya deh salên dawî rabû. Jiyan tevizand. -
Guterres hişyarî da: Li cîhanê hiqûqa yê bi hêz bilind dibe
Antonio Guterres di rûniştina li Cenevreyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, li cîhanê “hiqûqa yê bi hêz” bilind dibe û li dijî mafên mirovan êrîşeke berfireh heye. -
Li gorî Zelenskiy Putin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn da destpêkirin
Serokkomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy îdîa kir ku Serkdewletê Rûsyayê Viladimir Putin li gel dagirkirina Ûkraynayê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn daye destpêkirin. -
Li Meksîkayê piştî mirina ‘El Mencho’ pêla tundiyê
Li Meksîkayê piştî ku yek ji lîderên kartelên herî xurt a tiryakê Nemesio Oseguera yan jî bi navê din ‘El Mencho’ di operasyona artêşê de hate kuştin, pêla tundiyê destpê kir. -
Pakistanê êrîşên hewayî li ser sînorê Efganistanê pêk anî: Herî kêm 18 mirî
Pakistanê ragihand ku êrîşên hewayî li ser 7 nuqteyên li ser sînorê Efganistanê pêk aniye. Hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nava miriyan de zarok jî hene. -
Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin
Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê, di êrişeke çekdarî ya li ser gundekî de herî kêm 38 kes mirin. -
5 welatan peyama ‘Divê NATO bêhtir bibe navendiya Ewropayê’ dan
Wezîrên û cîgirên wezîrên paratinê yên Fransa, Elmanya, Îtalya, Polonya û Brîtanyayê daxuyandin ku ew ji bo ewlehiya Ewropayê amade ne ku bêhtir berpirsyariyê bigirin ser xwe û diyar kirin ku ew ê ji bo “NATO bêhtir bibe navendiya Ewropayê’ bixebitin. -
Rapora NY’yê: Li El Faşirê sûcên weke 'komkujiyê' hatine kirin
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî Sûdanê eşekere kir ku li bajarê El Faşir ê li herêma Darfur a Sûdana Rojava kiryarên weke ‘’komkujiyê’’ hatine kirin. -
Li Nîjeryayê êrîşeke girêdayî DAÎŞ’ê: 8 leşker hatin qetilkirin
Li eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê, endamên Dewleta Îslamî ya Afrîkaya Rojava (ISWAP) ku girêdayî DAÎŞ’ê ye, êrîşî baregeheke leşkerî kirin. Di encama êrîşê de 8 leşkerên Nîjeryayî hatin qetilkirin û 23 leşker jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê êrîşên bombeyî û şer: Herî kêm 14 kes mirin
Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya li bakurê rojavayê Pakistanê, du êrîşên bi bombeyî çêbûn û li dijî hêzên ewlehiyê şer qewimî, herî kêm 14 kes mirin. -
Rapora AOAV: Li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm bû
Saziya civakî ya sivîl a bi navenda xwe Londonê Action On Armed Violence (AOAV), di rapora "tundûtûjiya teqemenî" de ya ku 16’ê Sibatê weşand, eşkere kir ku par li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm bûye. -
Arakçî ji bo muzakereyên nukleerê li Cenevreyê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ji bo muzakereya nû ya li gel DYE’yê ya têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê gihîşt Cenevreyê.