Di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên rasterast dest pê kirin

Piştî peywendiyên nerasterast ên demdirêj ên di navbera DYA û Îranê de, li Pakistanê cara yekem hevdîtinên rûbirû dest pê kirin. Hevdîtin di serdemeke wiha de pêk tên ku agirbest gelekî nazik e û rageşiya herêmî berdewam dike.

Li Îslamabada paytexta Pakistanê, di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên krîtîk ên ji bo aştiyê dest pê kirin. Li gorî çavkaniyan, şandeya bi serokatiya Alîkarê Serokê DYA’yê JD Vance û rayedarên Îranî cara yekem e ku rasterast û rûbirû muzakereyan dikin.

Berê peywendiyên di navbera her du aliyan de piranî bi rêya navbeynkaran pêk dihatin; ev hevdîtin piştî gelek salan wekî peywendiya herî asta bilind a rasterast a di navbera her du welatan de tê hesibandin.

Beriya hevdîtinan, hem şandeya DYA’yê hem jî ya Îranê bi Serokwezîrê Pakistanê re cuda cuda civiyan. Serokatiya şandeya Îranê Serokê Parlamenê Mihemed Baqir Galîbaf dike û Wezîrê Karên Derve Ebbas Eraqçî û muzakerekerê xwedî ezmûn Elî Baqirî Kanî jî di şandeyê de ne. Di şandeya Îranê ya ji nêzî 70 kesî pêk tê de, tîmên teknîkî yên di warê aborî, ewlehî û siyasetê de jî hene.

RAGEŞİYA TENGAVA HURMIZÊ DIDOME 

Serokê DYA’yê Donald Trump, hemdemî hevdîtin daxuyand ku li Tengava Hurmizê ku ji sedî 20’ê bazirganiya petrolê ya cîhanê di wir re derbas dibe pêvajoya paqijkirinê hatiye destpêkirin. Lê belê nehat zelalkirin ku ev daxuyanî tê çi wateyê.

Tevî agirbesta Îran-DYA’yê, li tengavê tevger bi awayekî sînordar berdewam dike û hat ragihandin ku hin keştî derbas dibin. Pispor balê dikşînin ser wê yekê ku heger tengav bi tevahî neyê vekirin, dibe ku di bazarên enerjiyê yên cîhanê de krîzên giran rû bidin.

ANGAŞTA ÇÎNÊ Û RAGEŞİYA HERÊMÎ

Ji aliyê din ve, li gorî saloxiya DYA’yê ve hat angaşt kirin ku Çîn amadekarî dike ku pergalên nû yên parastina hewayî ji Îranê re bişîne. Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê ev angaşt red kir.

Gava ku li herêmê  rageşî berdewam dike, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de jî didome. Li Libnanê di şerên dawî de windahiyên herî giran hatin dayîn; tê hêvîkirin ku alî hefteya bê li Washingtonê hevdîtinên dîplomatîk pêk bînin.