DYE, ji bo petrola Îranê bi rengekî demkî destûra standinê da

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, destûr da ku hin petrola Îranê ya li deryayê hatiye dîtin bi rengekî demkî were standin. Li gorî agahiyan, ev biryar ji bo kêmkirina bilindbûna bihayên petrolê ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) cezayên li ser petrola Îranê bi awayekî demkî sivik kir. Wezareta Xezîneyê ya DYE, ragihand ku niha destûr heye ku hin petrola Îranê ya li deryayê were standin.

Ev muafiyet dê heta 19’ê Nîsanê derbasdar be. Rayedaran gotin ku armanca vê biryarê kêmkirina bihayên petrolê ye. Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent, diyar kir ku berdana petrola Îranê ya li deryayê bo bazarê dê bibe alîkar ku pêşî li bihabûnê bigire.