Li Elmanyayê endamê AfD’ê siwareya xwe şewitand û xwest sûcê bixe stûyê komên çepgir

Derket holê ku li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, endamekî AfD’ê siwareya xwe daye ber agir û piştre hewl daye ku bûyerê bixe stûyê komên çepgir. Polîs aşkera kir ku nameya gefê ya sexte û nivîsên ser dîwaran jî ji aliyê heman kesî ve hatine amadekirin.

Li gorî nûçeya Der Spiegelê, li herêma Mittelfranken a ser bi eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, derket holê ku kesekî endamê partiya rastgir a tundrew Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD), piştî ku siwareya xwe şewitandiye, hewl daye sûcê bixe stûyê komên çepgir.

Li gorî daxuyaniya polîs, gumanbar ne tenê siware daye ber agir; her wiha ji bo ku bûyer wekî êrîşeke siyasî xuya bike, bi şanenava "Antifa" nameyeke gefê ya sexte amade kiriye. Hat tespîtkirin ku sloganên li ser dîwarê xaniyê wî hatine nivîsandin jî ku bi armanca afirandina bandora êrîşê hatibûn amadekirin dîsa ji aliyê heman kesî ve hatine nivîsandin.