Tayland û Kamboçyayê li ser agirbestê li hev kirin

Tayland û Kamboçya piştî şerê ku bi hefteyan li ser sînorê her du welatan dom kir, li ser agirbestê li hev kirin.

AGIRBESTA TAYLAND-KAMBOÇYA

Wezîrê Parastinê yê Taylandê Nattaphon Narkphanit û Wezîrê Parastinê yê Kamboçyayê 27’ê Kanûnê piştî civîna Komîteya Sînor a Giştî (GBC) daxuyaniyeke hevpar weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agirbest bi îmzeyê re ketiye meriyetê û hemû cûreyên çekan digire nava xwe.

Agirbest li gorî saeta herêmî ji 12.00’an û şûnde pêk tê. Tê pêşbînîkirin ku êrîşên li ser sivîlan, binesaziyên sivîl û hedefên leşkerî bi tevahî bên sekinandin. Her wiha aliyan destnîşan kirin ku wê liv û tevgera yekîneyên nû çênebe.