Acled: Tundiya cîhadîst ji Sahelê ber bi welatên Efrîqayê yên peravê ve belav dibe

Saziya çavdêriya şer û pevçûnan a navneteweyî Acledê diyar kir ku komên cîhadîst ji herêma Sahelê ber bi welatên peravê yên weke Beninê ve belav dibin û li herêmê ‘’eniyeke nû’’ ava dibe.

Komên girêdayî El Kaîde û DAÎŞ’ê nêzîkî deh salan e li Burkina Faso, Mali û Nijerê êrîşan pêk tînin. Ev her sê welat di heman demê de bi derbeyê hatine ser kar û ji aliyê rêveberiyên leşkerî yên dûrî Fransayê û xwe nêzîkî Rûsyayê dikin, tên birêvebirin.

Acledê diyar kir ku li ser xeta sînor a Benin-Nîjer-Nîjeryayê komên cîhadîst bandora xwe zêde kirine û herêm veguherandine qadeke şer û pevçûnan a stratejîk. Hate îfadekirin ku Koma Piştevaniya Îslam û Misilmanan (JNIM) a girêdayî El Kaîdeyê û EIGS’ya girêdayî DAÎŞ’ê (ku weke Dewleta Îslamê ya Mezin a Sahrayê, OEL Sahel jî tê naskirin) di tevahiya sala 2025’an de li herêmê xurt bûne û xeta sînor a berbehs kirine ‘’navenda şer û pevçûnan.’’

Rapor destnîşan dike ku nêzîkatiya di navbera komên cîhadîst ên ji Sahelê û Nîjeryayê du qadên şer û pevçûnan veguherandine xeteke tundiyê ya ji Maliyê û heya rojavayê Nijeryayê.

Bakurê Beninê di vê pêvajoyê de, bi taybetî jî ki herêmên nêzîkî sînorên Burkina Faso û Nijerê, li gorî sala borî nêzîkî ji sedî 70 zêdetir welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên leşkerî yên rojavayî diyar dikin ku herêma parkan a li bakurê Beninê  ji bo komên cîhadîst û sûcî ên di navbera Sahel û Nijeryayê de veguheriye xala derbasbûna lojîstîkî.

Li gorî Acledê di sala 2025’an de li Burkina Faso, Malî û Nîjerê ji ber tundiya cîhadîstan zêdetirî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Dorpêça aborî ya JINIM’ê a li Maliyê ku ji meha Îlonê ve ye konvoyên sotemeniyê hedef digire, bû sedem ku li rojava û başûrê welêt asta tundiyê gelekî zêde bibe.

Her wiha JNIM û DAÎŞ bi taybetî jî operasyonên revandinê yên biyaniyan hedef digirin, zêde kirine. Di sala 2025’an de li Maliyê 22 û li Nîjerê jî 8 kesên biyanî hatine revandin.