Li Endonezya û Srî Lanka hejmara qurbaniyan zêde dibe
Li Endonezya û Srî Lanka piştî lehiyên mezin ku rê li ber gelek mirinan vekir, hişyariyên baranên zêde ku dê roja Pêncşemê bibare hat kirin.
Li Endonezya û Srî Lanka piştî lehiyên mezin ku rê li ber gelek mirinan vekir, hişyariyên baranên zêde ku dê roja Pêncşemê bibare hat kirin.
Di hefteyên dawî de ji ber barana zêde ya li Başûr û Başûrê Rojhilata Asyayê bêhtirî hezar û 500 kes mirin. Hat ragihandin ku bi hezaran kes hê winda ne.
Saziya meteorolojiyê ya Endonezyayê, ragihand ku ew li bendê ne ku roja Pêncşem û Înê li sê eyaletên Sumatrayê baraneke dijwar bibare. Saziya karesatan BNPB’ê, jî diyar kir ku 776 kes mirine û bêhtirî 500 kes hîn jî winda ne.
Li gelek herêmên Sumatrayê, xetên ragihandinê û elektrîk qut bûne. Bi sed hezaran kes di stargehên demkî de dimînin.
Li Srî Lankayê herî kêm 479 kes mirine û mîlyonek û nîv kes di bin xetereyê de mane. Ev karesat ji tsunamiya 2004’an vir ve karesata herî giran e. Ji ber metirsiya baranên dijwar ên nû û hezazê ji welatiyan hat xwestin ku venegerin malên xwe. Li welat hê bi sedan kes winda ne.
Hat diyarkirin ku, barana dijwar ji ber demsala muson û guherîna avhewayê pir girantir dibe. Atmosfera germtir şilbûn û lehiyên bihêztir bi xwe re tîne.
Hikûmeta Srî Lankayê, ragihand ku ji ber karesatê lêçûna ji nû ve avakirinê gihiştiye 7 milyar dolar û daxwaza alîkariya navneteweyî kir.