NY: Ji meha Çileyê ve ye 270 hezar Efxan ji Îran û Pakistanê vegeriyane

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji destpêka salê heya niha nêzîkî 270 hezar Efxan ji Îran û Pakîstanê vegeriyane welatê xwe Efxanistanê.

Hişyarî hate dayîn ku ger şer û pevçûn berdewam bikin wê ev hejmar zêdetir bibe.
Li gorî daneyên Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji meha Çileyê ve ye nêzîkî 270.000 hezar Efxanên li Îran û Pakistanê vegeriyane welatê xwe.

Beşeke mezin a Efxanan bi darê zorê tên şandin. Îran û Pakistanê beriya niha ji ber şer, xizanî û rîskên ewlehiyê mazûvaniya bi milyonan Efaxnên ku ji welatê xwe dûr ketibûn, dikir.

Berdevkê UNHCR’ê Babar Baloch da zanîn ku sala borî nêzîkî 3 milyon Efxan ji Îran û Pakistanê vegeriyane welatê xwe.

Li gorî daneyên NY’ê ji destpêka sala 2026’an û pê ve zêdetirî 110 hezar kes ji Îranê û zêdetirî 160 hezar kes jî ji Pakistanê vegeriyane Efxanistanê.