Qibris: Endamtiya NATO’yê bû mijara sereke

Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides, anî ziman ku piştî êrîşa balafirê bêmirov ji bo Qibrisê endamtiya NATO’yê bûye mijara herî sereke. Qibris endamê YE’yê, lê ne endamê NATO’yê ye.

Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides, ji televîzyona Skai ya Yewnanî re axivî û diyar kir ku ew dixwazin tevlî NATO’yê bibin û heke pêkan be dikarin tavilê serlêdan bikin.

Christodoulides, anî ziman ku ji ber muxalefeta Tirkiyeyê ku endamê NATO’yê ye, niha serlêdan ne pêkane.

Christodoulides, got ku amadekariyên leşkerî û îdarî didomin da ku dema şert û mercên siyasî guncav bin ku bikaribin serlêdan bikin.

Christodoulides, her wiha şandina balafirên F-16 û du firkateyan ji hêla Yewnanîstanê ve ji bo parastina Qibrisê wekî pêşveçûnek erênî nirxand.

Serokkomar, diyar kir ku piraniya êrîşên li ser giravê, baregehên Brîtanî hedef girtine û got ku gefa fuzeyên balîstîk nayê paşguh kirin.