Wezîrên Karên Derve yên YE’yê bi rojeva Îranê civîna awarte li dar xistin

Wezîrên Karên Derve yên 27 welatan ji bo nirxandina êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê civîna li ser înternetê li dar xistin. Di civînê de hat armanckirin ku li hemberî geşedanên dawî helwestekî hevpar were diyarkirin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Îranê bi civînekî awarte ya li ser înternetê li hev civiyan.

Wezîrên Karên Derve yên 27 welatan ya Yekîtiya Ewropayê, bi serokatiya Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YE’yê Kaja Kallas bi rêya înternetê li hev civiyan.

Hate ragihandin ku wezîrên ku ji bo nirxandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê û kuştina lîderê Îranê Elî Xamîneyî civiyan, hewl bidin li hemberî rewşa dawî helwesta hevpar a Ewropayê diyar bikin.