Sîstema parastina hewayî ya 20 milyon dolarî ya Rûsyayê bi droneyekê hate îmhakirin

Artêşa Ûkraynayê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Pantsir-S1 a Rûsyayê ji aliyê hêzên Ûkraynayê ve hate îmhakirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Ûkraynayê êriş bi droneyeke bi tîpa FP-2 hate kirin.

Li gorî malpera analîza leşkerî ya Ûkraynayê Militarnyi droneyeke bi tîpa FP-2 a serikê şer ê ji 100 kîlogramî bi 90 kîlometreyî çû û li herêma Zaporijya li nêzî bajarê Melitopolê yê di bin kontrola Rûsyayê de ye li hedefê xist.

Fermandarê Hêzên Sîstemên Bêmirov a Ûkraynayê Robert "Madyar" Brovdi piştrast kir ku êriş ji aliyê pîlotên wan ve hatiye kirin.

Pantsir-S1 weke sîstemeke parastina hewayî tê zanîn uk fuze û topên otomatîk li ser heman platformê hatine bicihkirin. Maliyeta sîstemeke Pantsir-S1 jî di navbera 15 heta 20 milyon dolarî de ye.