Li Egeyê karesata koçberan: Ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê berpirsyar hat nîşandan

Li Deryaya Egeyê koçberek jiyana xwe ji dest da û 43 koçber jî hatin rizgarkirin. Rêxistinek a civaka sivîl, diyar kir ku ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê zirar daye keştiya koma koçberan û jiyana wan xistiye nava xeteriyê.

Keştiyeke koçberan li Deryaya Egeyê bi xetereya binavbûnê re rû bi rû ma. Koçberek mir û 43 kes jî hatin rizgarkirin.

Fermandariya Ewlehiya Peravê yê Tirkiyeyê, ragihand ku bûyer li peravên Foçayê qewimî. Keştiya ku koçberan hildigirt ku bi qasî 30 km nêzî Gireva Lesbosê bû, qismî binav bû.

Hat ragihandin ku cenazeyek hatiye dîtin û gumanbarekî bazirganê mirovan hatiye girtin.

Raporta Aegean Boat ku navenda wê li Norwêcê ye, daxuyaniyek ku dispêre şahidiyên kesên rizgarbûyî da. Rêxistinê diyar kir ku komên ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê motora keştiyê xira kirine û keştiya ku noqî avê dibû li nava deryayê de hiştine. Yewnanîstan van tohmetan red dike.

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, îsal herî kêm 1209 koçber li Deryaya Spî mirine an jî winda bûne.