Li Maliyê krîz giran dibe: Di êrişan de bi dehan kes mirin

Li navenda Maliyê, di êrişên nû yên cîhadîstan de bi dehan kes mirin. Çavkaniyên xwecihî û rayedarên ewlekariyê diyar kirin ku piştî êrişên roja Înê hejmara qurbaniyan zêde bûye.

Li gorî rayedarên xwecihî, komên çekdar di serî de Kurude û Dugara êriş birin ser gelek gundan. bi êrişên roja Çarşemê re hejmara qurbaniyan 70-80 derbas kiriye. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî, gelek kes jî hîn winda ne.

Yek ji nûnerên ciwanan ên li herêmê ragihandin ku artêş li hemberî êrişan bêhelwest maye û got, "Gelek caran ji bo alîkariyê bang hate kirin, lê belê yekîneyên leşkerî dest lê wernedan."

Rêxistineke bi navê Jama'at Nasr al-Islam wal Muslim (JNIM) a nêzî El Qaîdeyê berpirsyariya êrişê li xwe girt. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, rêxistin êrişî wan gundan dike ku bi wan re li hev nakin.

Êriş piştî operasyonên berfireh ên 25-26'ê Nîsanê yên JNIM û Eniya Rizgariyê ya Azawadê hate kirin.

Tê gotin, piştî van êrişan li Maliyê rewşa ewlekariyê gelekî nebaş bûye û hin herêmên li bakurê welêt ketine binê kontrola komên çekdar.