Di 'startejiya têkoşîna li dijî terorê' ya DYE'yê de Ewropa û çep bûn hedef

Belgeya Stratejiya Têkoşîna li dijî Terorê ya DYE'yê ku ji aliyê rêveberiya Trump ve hate weşandin, Ewropa weke "Navenda kurkê ya gefên terorê" pênase kir û tevgerên antîfaşîst û anarşîst jî weke "cihêkarên çep ên alîgirên tundiyê" pênase kir.

Belgeya "Stratejiya Têkoşîna li dijî Terorê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve hate weşandin, li hemberî Ewropayê û tevgerên çep gotinên tund bi kar anî.

Di raporê de Ewropa weke "Navenda kurkê ya gefên terorê" hate pênasekirin. Her wiha "cihêkarên çep ên alîgirê tundiyê", tevgerên anarşîst û antîfaşîst weke gefên sereke yên li dijî DYE'yê hatin nîşandan.

LI ŞÛNA NIJADPEREST Û RASTGIRIYA TUND, ÇEP KIR HEDEF

Di belgeyê de sê kategoriyên bingehîn ên gefê hatin destnîşankirin: "Narko-terorîst û çeteyên navneteweyî", "Rêxistinên terorê yên Îslamî" û "Cihêkarên alîgirê tundiyê yên çep". Rêveberiya Trump bi vî rengî ji nêzîkatiya rêveberiya Joe Biden gelekî dûr ket, ku wê demê bi taybetî bal dikişand ser komên rasttgiriya tund û serweriya spiyan.

Di raporê de yekser qala polîtîkayên koçê yên Ewropayê hate kirin û hate îdîakirin "sînorên vekirî" û "armancên global" gefa terorê mezin kiriye.

Şêwirmendê têkoşîna li dijî terorê ya Trump Sebastian Gorka pêşengî ji amadekirina belgeya stratejiyê re kir. Gorka berê bi îdîayên ku têkiliya xwe bi komên rastgiriya tund re heye ketibû rojevê.