Rûsyayê bi 650 drone û 56 fuzeyan êrîş bir ser Kievê: Kesek mir û 31 jî birîndar bûn

Rûsya tevahiya şevê li dijî Ûkranyayê ku Kiev jî di nav de ye, êrîşên hewayî pêk anî. Di encama êrîşan de kesek mir û 31 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di nava kesên birîndar zarokek jî heye.

Serokdewletê Ûkranyayê Volodymyr Zelenskyy, ragihand ku Rûsyayê di êrîşên dawî de bêhtirî 650 droneyan û 56 fûze bikar anîne. Zelenskyy, diyar kir ku avahiyek bilind a neh qatî ya li Kîevê ji aliyê droneke Rûsyayê ve hatiye hedef girtin û got ku aliyek a avahiyê hilweşiyaye.

Hat ragihandin ku tîmên Servîsa Awarte ya Dewletê ya Ûkraynayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin da ku bigihîjin kesên ku di bin xirbeyan de asê mane. Hat ragihandin ku li paytextê bêhtirî 20 cihan zirar hatiye dîtin û hat gotin ku êrîşan deverên sivîl hedef girtine.

Dengê bombebaranê tevahiya şevê li Kîevê hatin bihîstin. Li gorî agahiyan, gelek kesan xwe li stasyonên metro û jêrzemînan girtine. Hat gotin ku di dema êrîşan de pergalên parastina hewayî yên Ûkraynayê di dewrê de bûn.

Zelenskyy, destnîşan kir ku êrîş di dema serdana Donald Trump a li Çînê de rû daye û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.

Serokdewletê Ûkraynayê, her wiha ji Trump xwest ku di civîna xwe ya bi Şi Cinping re mijara nakokiya Rûsya-Ûkraynayê jî bîne ziman.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de piştî bidawîbûna agirbesta kurt a di navbera 9-11’ê Gulanê de, dîsa gur bû. Rûsyayê, ragihand ku wê di şevekê de 36 droneyên Ûkraynayê xistine xwarê.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer a di 24’ê Sibata 2022’yan de û vir ve bêhtirî 15 hezar sivîl bûne qurbanî û bêhtirî 40 hezar kes jî birîndar bûne.