Li Hindistanê bager rabû: Herî kêm 96 kes mirin

Li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê ku eyaleta herî qelebalix e, ji ber ba, bahoz, zîpik û birûskê herî kêm 96 kes mirin, zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn.

Li Hindistanê ba û bagerê êvara Çarşemê bandoreke giran li eyaleta Uttar Pradeşê kir.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber felaketa ji barana zêde, zîpik û bagerê herî kêm 96 kes mirin, zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên xwecihî, mercên giran ên hewayî xisar li zêdeyî 87 malan kir û 114 heywan jî telef bûn.

Hate ragihandin ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dan ji ber ketina daran, hilweşîna avahiyan û birûskê mirin.

Li bakurê Hindistanê di demsala germ de ya navbera mehên Adar û Hezîranê, beriya barana mûsonê ba û bager radibin.