Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Hate eşkere kirin ku Andrey Kiyko yê ku li Rûsyayê wekî “Cinawirê Sosnovkayê” tê naskirin û ji ber gelek kuştin û tawanên êrîşên zayendî girtî bû, fîrar kiriye. Rayedarên Rûs, ji bo dîtina Kiyko yê 41 salî xebatên lêgerînê didomînin

Kiyko, di sala 2008’an de ji ber kuştina sê jinên ciwan, heşt destavêtin, gelek diziyên bi çek û êrîşên zayendî, 25 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê belê, li hember tevlîbûna artêşa Rûsyayê ya di şerê Ukraynayê de, di sala 2024’an de bi şertê berdana pêşdem hate azadkirin.

Kiyko yê ku di çileya 2025’an de li eniyê birîndar bû, ji bo dermankirinê pêşî birin Rostovê û piştre ji bo navendeke rehabîlîtasyonê ya li Kronstadt a nêzî St. Petersburgê hate veguhestin. Li gorî rayedaran, wî dema li vir bû fîrar kir.

Çapemeniya Rûs ragihand ku Wezareta Parastinê bûyera windabûnê demeke dirêj ji raya giştî veşartiye û fîrar tenê di meha gulanê de hatiye eşkere kirin.

Kiyko yê ku bi tawanên di navbera salên 2004-2007’an de li derdora Parka Sosnovka ya St. Petersburgê pêk anîbûn tê naskirin, bû sedem ku li Rûsyayê sepana efûkirina girtiyan û şandina wan a eniyê careke din bibe mijara nîqaşê. Ji aliyê din ve hate ragihandin ku kujerê fîrarî, bi hinceta ku mûçe û prîmên di dema şer de hatine sozdan nehatine dayîn, li dijî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doz vekiriye.