Îstixbarata Brîtanyayê: Di şerê Ukraynayê de hejmara leşkerên Rûs yên mirî nêzî 500 hezarî bû

Saziya Îstixbarata Elektronîk a Brîtanyayê GCHQ daxuyand ku ji destpêka şerê Ukraynayê û vir ve dibe ku nêzî 500 hezar leşkerên Rûs jiyana xwe ji dest dabe.

Li gora servîsa îstixbarata elektronîk a Brîtanyayê GCHQ, ji destpêka dagirkirina Ukraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2022’an de, hejmara leşkerên Rûs yên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye nêzî 500 hezarî.

Gava ku Moskova derbarê windahiyên şer de daneyên fermî û rojane nake weşandin, di navbera çavkaniyên cihê de cudahiyên girîng ên hejmaran hene.

Saziya medyaya Rûs a serbixwe Mediazona, heta niha mirina zêdetirî 221 hezar leşkerên rûs ku nasnameya wan hatî piştrastkirin tespît kiriye. Lêbelê sîxuriya Brîtanyayê dinirxîne ku hejmara rastîn pir bilindtir e.

BBC: WINDAHİYÊN LEŞKERÎ YÊN UKRAYNAYÊ LI DOR 200 HEZARÎ NE

Li aliyê din, texmînên derbarê bîlançoya şer a li aliyê Ukraynayê de jî diguhere. Li gora BBC’yê dibe ku windahiyên leşkerî yên Ukraynayê li dor 200 hezarî bin, lê hin saziyên lêkolînê dinirxînin ku ev hejmar di navbera 100 hezar û 140 hezarî de ye.