EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li eyaleta Bremenê dersên Kurdî di dibistanan de mayînde dibe
Partiya Keskan (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) di Parlamenta Bremenê de derbarê dersên Kurdî de pêşniyazpirsek pêşkêş kiribû. Senatoyê di bersivê de got, “Armanca me ew e ku em dersên Kurdî di pergala perwerdehiya Bremenê de hêdî hêdî mayînde bikin û xurt bikin.” -
Li Ewropayê pêla germê canê zêdetirî 10 hezar kesan stand
Hate ragihandin ku ji ber germa zêde ya ku dawiya meha Hezîranê bandor li Ewropayê kir, di nava hefteyekê de zêdeyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Zanyar dibêjin ku eger guherîna avhewayê neba, rûdana germeke bi vî rengî "qet ne pêkan" bû. -
Li nêzî Parîsê agir bi daristanê ket: 'Me beriya niha şewateke bi vî rengî nedît'
Li nêzî paytexta Fransa Parîsê agir bi daristana Fontainebleau'yê ket. Şewata li herêmê weke yek ji şewatên herî mezin ê li bakurê welêt tê dîtin. -
Li Swîsreyê bîranîna Madimak, Çorûm û Elîşêr-Zarîfe
Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) li bajarê Chûr bi wesîleya meha Mûharremê loqmeya aşûre belav kir û komkujiyên Çorûm, Madimak a Sêwasê û Elîşêr û Zarîfe yên li Koçgiriyê hatin qetilkirin, bi bîr anî. -
Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Kasselê hatin bîranîn
Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Kassel ê Elmanyayê de şehîdên Berxwedana Rojiyya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. -
Li Belçikayê 4 gerîlayên YRK’ê ku li Mihabadê şehîd bûn, hatin bibîranîn
Li bajarê Antwerpen a Belçîka çar gerîlayên YRK ku di 28'ê meha borî de di encama êrîşên hovane ya rejîma Îranê de bi awayeke lehengane heya fîşeka xwe ya dawî bi berxwedaniyeke mezin şer kirin û şehîd bûn, ji hêla Kurdistaniyan ve hatin bibîranîn. -
TEV ÇAND: Divê azadiya Rêber Apo pêk were
Hunermendên TEV ÇAND’ê di civîna xwe ya li Dortmundê de xebatên xwe yên komunbûnê di qada çand û hunerê li Ewropa de nîqaş kirin û bi daxuyaniyekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtirina yekîtiya neteweyî kirin. -
Li Frankfurtê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê şehîdên meha Tirmehê de, bi dehan şehîdên Tevgera Azadiyê hatin bibîranîn. -
Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Nantesê hatin bibîranîn
Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Nantes ê Fransayê de hate destnîşankirin ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ji bo parastina hebûn, ziman, çand û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xala werçerxê ya dîrokî ye. -
Li Sheffieldê Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand
Di kongreya li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê de Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand. Di qadên çand, huner, dîplomasî, rêxistinbûn, malbatên şehîdan, ekolojî, werzîş, jin û komaleyan de 9 komun hatin avakirin. -
Li Cenevreyê Berxwedana Zîndanê ya 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hat bibîranîn
Di bîranîna li Cenevreyê de, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi rola dîrokî ya Zindana Amedê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de hat kirin. -
Li Elmanyayê ji ber germahiya zêde gelek kes xeniqîn
Li Elmanyayê ji ber germahiya zêde ya di meha Hezîranê de, 99 kes di avê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest da. -
KCDK-E ji bo Îmam Namoglu sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ji bo endamê Meclîsa CDK-F Îmam Namoglu ku li Fransayê kjiyana xwe ji dest da peyamek sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin ku Namoglu welatparêz û şoreşgerekî ku jiyana xwedi têkoşîna azadiya gelê -
Li Bellinzonayê bîranîna ji bo Alîşer-Zarife, Madimak û Çorumê
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê li Bellinzonayê bîranîn li dar xist û ji bo meha Muherremê loqme û aşûre hatin parvekirin. Di bîranînê de Alîşer û Zarife û qurbaniyên komkujiyên Madimak û Çorumê hatin bibîranîn. -
Li bajarê Russelsheim ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd hat vekirin
Li bajarê Russelsheim ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd hat vekirin. Di vekirinê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya civaka Kurd û xurtkirina yekîtî û hevgirtinê. -
Li Lille Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Lille yê Fransayê ji bo Şehîdên 14’ê Tîrmehê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser mîrateya şehîdan a ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hiştine û banga yekîtî, hevgirtin û xurtkirina têkoşîna demokratîk hat ki -
Li Spanyayê agir bi daristanê ket: 12 kes mirin
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, ji ber şewata li daristanê 12 kes mirin. Rayedaran diyar kirin ku hin ji qurbaniyan di hundirê wesayitan de bûn ku şewitîn. Bi sedan arkuj hewl didin şewatê vemirînin. -
Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo di hefteya 732'emîn de ye
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir kete hefteya 732'emîn. -
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê li Dortmundê were lidarxistin
34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad re, Civaka Demokratîk Ava Bikin” li Dortmundê were lidarxistin. -
Li Baselê çalakiya ji bo Gurkan Turkoglu: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin
Ji bo Gurkan Turkoglu ku piştî çalakiya rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da, li Baselê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya siyasî berpirsê mirina Turkoglu ne û banga girtina girtîgehên tîpa birê hat kirin. -
Jinên Kurd bang li NATO’yê kirin: Mafên Kurdan jî di civîna Enqereyê de nîqaş bikin
Komîsyona Jinan a KNK'ê beriya civîna Enqereyê li ber baregeha NATO’yê li Brukselê çalakî li dar xist û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, piştgiriyê bidin pêvajoya diyalogê hat kirin û hat xwestin ku mafên Kurd di civînê de nîqaş bikin. -
Li Den Haagê ji bo Xalê Feyzî merasîm hat lidarxistin
Ji bo bavê du şehîdan Feyzî Akbulut (Xalê Feyzî) ê ku li Hollandayê jiyana xwe ji dest da li bajarê Den Haagê merasîm hat lidarxistin. -
Li Torontoyê bîranîn: Heta ku hevrûbûn çênebe aştiya civakî nabe
Li bajarê Toronto yê Kanadayê qurbaniyên Madimakê hatin bîranîn û ev peyam hate dayîn: “Heta ku hevrûbûn çênebe, berpirsyar hesab nedin û dawî li polîtîkayên bêcezatiyê neyê, aştiya civakî pêk nayê.” -
Li Giessenê roja aşûreyê
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê çalakiya roja aşûreyê hate lidarxistin. -
Rûsyayê êriş bir ser Kîevê: 11 mirî, 46 birîndar
Di êrişên Rûsyayê yên li ser paytexta Ûkrayna Kîevê de 11 kes mirin, 46 kes birîndar bûn.