EWROPA
Hemû Nûçe
-
Festîvala Sakîne Cansiz: Jinên Kurd li her qadê hêviyê mezin dikin
Di 13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz a li Zurihê de, bandora kûrewî ya têkoşîna jinên Kurd û mîrateya Sakîne Cansiz derket pêş. Di axaftinan de îşaret bi aştî, civaka demokratîk, piştevaniya bi pêşengiya jinê hat kirin û peyama,“Niha dema jinane” hat dayîn. -
Li Marsilyayê şehîdên meha Hezîranê û Kadîr Înanir hatin bibîranîn
Li Marsilyayê şehîdên meha Hezîranê, Şêx Seîd û hevrêyên wî û hunermend Kadîr Înanir ê ku jiyana xwe ji dest da, hatin bibîranîn. Di çalakiyê de peyama Rêber Apo a ji bo Kadîr Înanir hate xwendin. -
13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz destpê kir: Niha Dema Jinan e
Li bajarê Zurih ê Swîsreyê 13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz destpê kir. Festîval ku zêdeyî 20 rêxistinên jinan di organîzasyona wê de cih digrin, peyama “Niha dema jinan e” dide. -
Li Berlînê di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de çalakiya bîranînê
Li Berlînê di savlegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de çalakiya bîranînê hate lidarxistin û işaret bi girîngiya rûbirûbûna bi komkujiyan, têkoşîna edaletê û xurtkirina hişê civakî hate kirin. -
Bi hezaran kes li Marsilyayê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Li Marsilyayê bi hezaran kes bi meşekî daxwaza pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî kirin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku azadiya Rêber Apo ji bo aştiya mayînde xwedî girîngiyeke kritîk e. -
Şehîdên meha Hezîranê li Helsînborgê hatin bibîranîn
Li Helsînborgê Şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Şêx Mûrşîd Xeznewî ku tevlî çalakiyê bû, anî ziman ku têkoşîna şehîdan di destkeftiyên gelê Kurd de rolekî diyarker dilîze. -
WWA: Germahiya zêde li Ewropayê encama guherîna avhewayê ye
Rêxistina Avhewayê ya Cîhanê WWA’yê diyar kir ku germahiya zêde ya ku bandorê li Ewropayê dike ji ber guherîna avhewayê ye. Rêxistinê, da zanîn ku pêlek germahiyê ya bi vî rengî 50 sal berê hema hema ne pêkan bû. -
Li Fransayê heta niha 55 kes ji ber germê fetisîn
Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber germê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 55 kesî. Hikumet bi fikar e ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan li cihên avjeniyê yên bêkontrol jiyana xwe ji dest dan. -
Civaka Prosfygikayê: Têkoşîn bi serket, têkoşîn berdewam dike
Piştî biryara Şaredariya Atînayê ya naskirina Civaka Prosfygika û daxwaza rawestandina projeya veguherîna bajarî, greva birçîbûnê bi dawî bû. Civakê daxuyand ku berxwedan wê bi awayên cûda berdewam bike û got “Têkoşîn bi serket, têkoşîn berdewam dike.” -
Li Draguignanê ji bo konferansa ‘Pirsgirêka Kurd’ eleqeyek mezin
Li bajarê Draguignan a Fransayê bi sernavê ‘Ji dîrokê heta roja îro pirsgirêka Kurd û çareseriya wê’ konferansek hat lidarxistin. -
Li Ewropayê bîlançoya germahiyê giran dibe
Li seranserê Ewropayê tê payin ku zêdeyî 100 milyon mirov îro bikeve bin bandora germa ji 35 pileyî. Tê texmînkirin ku li Spanyayê 212 kes ji ber germê mirin. -
Greva birçîbûnê ya Prosfygikayê bi serketî bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya ku ji hêla Civaka Prosfygikayê ya dîrokî ya Atînayê li dijî projeya veguherîna bajarî hatibû destpêkirin, piştî Şaredariya Atînayê civakê nas dikir, proje da rawestandin û banga diyalogê dikir, bi dawî bû. -
Bijîşkan ji bo Arîstotelis Chantzis hişyariya lezgîn dan: Rewşa wî krîtîk e
Bijîşkan daxuyandin ku xetereya jiyanê yê Arîstotelis Chantzis ê ku roja 138’emîn a greva birçîbûnê de ye, gihîştiye astek krîtîk û anîn ziman ku bicihneanîna daxwazên wî tê wateya cezayê mirinê yê fîîlî. LI Stuttgartê çalakiya hevgirtinê hat lidarxistin. -
Li rojavayê Ewropayê germahiya zêde
Pêla hewaya germ a li rojavayê Ewropayê, gelekî ji astên normal derbas bûye û rekoran dişkîne. Li Fransayê germtirîn roja 80 salên dawî hate tomarkirin û welatên din ên Ewropayê jî dest bi standina tedbîrên derasayî kirin. -
Li Brukselê ji bo Tamîlên Eelamê li seranserê Ewropayê çalakî hatin lidarxistin
Li Brukselê di çalakiya ku li seranserê Ewropayê hat lidarxistin, komkujî û windakirinên Srî Lankayê ya di sala 2009’an de li hemberî Tamîlên Eelamê pêk anîbû hat rojevê. Çalakvanan bang li dewletên Ewropayê kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin. -
Li Fransayê germahiya zêde: 40 kesî jiyana xwe ji dest dane
Ji ber germahiyên zêde yên li Fransayê ji 18’ê Hezîranê ve ye 40 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Fransayê germa zêde: Di nava sê rojan de nêzî 20 kes fetisîn
Li Fransayê germa zêde ku di asta rekorê de ye encamên giran bi xwe re tîne. Wezîra Sporê Marina Ferrari diyar kir ku ji destpêka dawiya hefteyê û vir ve nêzî 20 kes fetisîn. -
Alî Haydar Kaytan wê 5'ê Tîrmehê li Berisch Gladbach bê bîranîn
Yek ji kesayetên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) wê 5'ê Tîrmehê li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bê bîranîn. -
Li Birminghamê bi sedan kes li dijî meşa faşîst daketin kolanan
Li bajarê Birmingham ê Îngilistanê bi sedan dijî-faşîst li dijî meşa ku ji aliyê koma dijî-koçberan Britain First ve hatibû plankirin, çalakî li dar xistin. Çalakvanan pêşiya koma faşîst girtin û nehiştin faşîst meşa xwe biqedînin. -
Dayika gerîla Beser Yildiz a ku di Terteleya Dersimê de sax filitîbû wefat kir
Beser Yildiz a ku ji yek malbata pêşeng a eşîra Haydaran a Dersimê bû di 22’yê Hezîrana 2026’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Beser Yildiz a ku jiyana wê di sirgûniyê de derbas bû wê di 23’yê Hezîranê de li Dersimê bê veşartin. -
PYD-Ewropa Denîz Undav pîroz kir
PYD-Ewropa derbarê lîstikvanê futbolê Denîz Undav ê ku di rojeva cîhanê de ye daxuyanî da û got, “Ji bo serketina we ya dawî di nava tîma Elmanyayê ya li Kupaya Cîhanê ya 2026’an de, pîroz dikin.” -
Nobeta Azadiyê ya Strasbourgê dikeve sala 15’emîn
Li Strasbourgê ji ber 14’emîn salvegera "Nobeta ji Rêber Apo re Azadî" ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin, çalakiyek hat lidarxistin. -
KOMAW’ê ji bo pêvajoya aştiyê bang li civaka navneteweyî kir
Komeleya Malbatên Windayan û Mexdûran bang li civaka navneteweyî kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyarî bigire ser xwe. -
Azadiya Rêber Apo li Massachusettsê di konferansekê de hate nîqaşkirin
Li Zanîngeha Massachusetts Amherst a li DYE'yê di konferanseke navneteweyî de azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hate nîqaşkirin. -
Şehîd Helmet Gabar li Birminghamê hate bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb), di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Birmingham a Brîtanyayê bi çalakiyek hate bibîranîn.