EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Viyanayê Alî Haydar Kaytan, Zîlan, Diyar Xerîb û Azad Şerger hatin bîranîn
Li paytexta Awusturya Viyanayê şehîdên şoreşa azadiyê Alî Haydar Kaytan, Zîlan, Diyar Xerîb û enternasyonalîst Azad Şerger bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Li Draguignanê bîranîna şehîdan
Li bajarê Draguignan ê Fransayê pêşengên berxwedanê yên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn. -
Civaka Îslamî ya Kurdistanê Kongreya xwe ya 10’emîn li dar xist
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) di 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya li bajarê Venlo ya Hollanda de xebatên xwe yên serdema nû nirxand. Di hilbijartina kongreyê de Mele Cemal bû serokê giştî. -
Li Londonê Yekîtiya Komunên Demokratîk hate ragihandin: Em ê bi ser bikevin
Di 1’emîn Kongreya Yekîtiya Komunên Demokratîk a Londonê ku bi tevlîbûna sedan delegeyan pêk hat de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rêxistina komunal hat nîqaşkirin. Di kongreyê de 15 komun hatin ragihandin. -
Bîranîna li Kolnê: Alî Haydar Kaytan fîlozof û şoreşgerekî mezin bû
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, di bîranîna Alî Haydar Kaytan de hate destnîşankirin ku Kaytan fîlozofekî mezin ê daye pey şopa heqîqetê û şoreşgerekî nayê jibîrkirin e ku bi baweriya azadiya jinan û hevrêtiyê emrê xwe fedayî têkoşînê kir. -
Alî Haydar Kaytan li Kolnê tê bîranîn
Ji bo yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê tê lidarxistin. -
Bîranîna li Lozanê: Serî li ber zilmê netewandin
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê qurbaniyên komkujiyên Çorûm û Madimakê, her wiha Alîşêr Efendî û Zarîfe Xatûn hatin bîranîn û hate gotin, "Rêwiyên heqîqetê ti carî serî li ber zilmê netewandin." -
Di bîranîna Strasbourgê de bal kişandin ser hevrûbûna komkujiyên Elewiyan
Di çalakiya FEDA Fransa ya li Strasbourgê hat lidarxistin de ji ber meha Muherremê loqmeyên aşûreyê hatin parvekirin û pêşengên berxwedanê Alîşêr û hevjîna wî Zarîfe hatin bibîranîn. -
Li Viyanayê polîtîkayên şer ên NATO’yê hatin protestokirin
Beriya Civîna NATO’yê ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were kirin, li Viyanayê bi meşekî polîtîkayên şer ên NATO’yê hatin protestokirin û banga têkoşîna li dijî emperyalîzmê hate kirin. -
Li Londonê Civîna NATO’yê hat protestokirin
Li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanyayê, Civîna NATOyê ya ku wê li Enqereyê bê lidarxistin hat protestokirin. Di daxuyaniyê de li dijî polîtîkayên şer ên NATO’yê banga mezinkirina têkoşîn û tevkariya navneteweyî hat kirin. -
Alî Haydar Kaytan li Strasbourgê hat bibîranîn: Berdewamkirina têkoşîna wî berpirsiyariya me ye
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Îsmaîl Erzîncan ê di bîranînê de axivî, anî ziman ku rêya xwedîderketina li mîrateya fikrî ya Kaytan mezinkirina têkoşîna wî ya azadî û demokrasiyê ye. -
Endamê meclîsa CDK-F’ê Îmam Namoglu jiyana xwe ji dest da
CDK-F’ê ragihand ku endamê meclîsa wan Îmam Namoglu jiyana xwe ji dest da û got, “Wê têkoşîn, ked û mîrateya wî timî rê nîşanî civakê bide.” -
KCDK-E: Werin beşdarî merasîmên bîranîna heval Fûat bibin
KCDK-E’yê yek ji damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û di serî de bajarê Kolnê banga tevlîbûna hemû merasîmên bîranînên yên li Ewropayê kir. -
Li Fribourgê bîranîna Madimak, Çorûm û Elîşêr-Zarîfe
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê li Fribourgê bi wesîleya meha Mûharrem merasîm lidar xist û Elîşêr-Zarîfe û komkujiyên Madimak û Çorûmê bi bîr anî. -
Li Swîsreyê bîranîna Komkujiya Madimakê: Me ji bîr nekir, efû nekir, dest jê bernedan
Li kantonên Aargau û Baselê yên Swîsreyê bi pêşengiya FEDA û YJAD'ê 33 rewşenbîrên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di çalakiyan de ji bo rûbirûbûnê, pêkanîna edalet û welatîbûna wekhev bang hate kirin. -
Li Londonê di 33’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de banga edalet û rûbirûbûnê hat kirin
Di bîranîna ku Federasyona Elewiyan a Britanyayê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Londonê li dar xist de, 33 kesên ku li Madimakê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di axaftinan de banga dawîkirina polîtîkayên bêcezahişitinê û pêkanîna edaletê hat kirin. -
Çalakvanên Cenevreyê: Rêya çareseriya demokratîk ji azadiya Rêber Apo derbas dibe
Di çalakiya ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike de ev peyam hat dayîn, “Rêya çareseriya mayînde û demokratîk, ji azadiya Rêber Apo û vekirina rêya siyaseta demokratîk derbas dibe.” -
Şehîd Zîlan li Stavropolê hat bibîranîn
Li bajarê Stavropolê ya Rûsyayê bi pêşengtiya jinan ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakiyek hate lidarxistin. -
Şehîd Zîlan û Zozan Denîz li Parîsê hatin bîranîn
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê Zîlan (Zeynep Kinaci) û yek ji fermandarên YJA Starê Zozan Denîz (Suphiye Ozen) hatin bîranîn. -
Li Lîmasolê Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
Li bajarê Lîmasol ê Qibsirês Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Sucê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Kamîl Akalin ku şehîd Zîlan ji nêz ve nas dike, got ku kesayet û têgihiştina wê ya têkoşînê di her serdemê de têkoşîna azadiyê ronî dike. -
Şehîd Zîlan û Diyar Xerîb li Stockholmê hatin bîranîn
Li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya bîranînê de hate ragihandin ku meha Hezîranê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de nîşaneya fedakarî û berxwedanê ye. -
Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne
Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê Hamish Falconer diyar kir ku li Îranê Kurd di bin zexteke giran de ne û anî ziman ku Kurd jî mîna her kesî mafê wan heye ku li Îranê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. -
Li Sydneyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn
Li bajarê Sydney a Awûstralyayê ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan), şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Reece Harding (Bagok), Şêx Seîd û hevalên wî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li Elmanyayê êrîşa çekdarî: 5 kes jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Stade yê Elmanyayê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di vê êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Toulouseyê şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ku di bîranîna li bajarê Toulouse ya Fransayê de axivî, diyar kir ku serketina pêvajoyê bi xwedîderketina gelê Kurd re pêkan bibe û bal kişand ser xebatên rêxistinbûn, ziman û çandê.